FRANKFÛRT – Di pêşengtiya TCŞ û TekoJIN de di 5’ê Sibatê li bajarê Elmanyayê Hanaû’ê bi şiyara “Ji tecrîd, faşîzmê û dagirkeriyê re dawî – Bi Hev Re Serhildan” meşa dirêj hate destpê kirin. Meşa Dirêj ku ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û dijî komploya navnetewî a 15’ê Sibatê hatibû destpê kirin, di roja xwe a 2’emîn de gihişt bajarê Elmanyayê Frankfûrtê.
Ciwan ku di roja duyemîn zêdetirî 10km meşiyan, sloganên derbarê Komplo û azadiya Rêber Ocalan de avêtin û posterên Rêberê Gelan Ocalan hildan.
Meşa Dirêj a Ciwanên Kurd wê îro ji bajarê Maînzê berdewam bike.