NAVENDA NÛÇEYAN – Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27’ê Mijdarê de ji aliyê girtiyên siyasî ve hatibû destpêkirin, koma 15’emîn dewr girt û grev ket roja xwe ya 73’emîn.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin koma 15’emîn çalakî dewr girt û çalakî ket roja 73’emîn.
Parêzerê Serok Apo Cengîz Çîçek, pênaseya tecrîdê kir û wiha got: “Tecrîd ne tenê qedandina fîzîkî ye, di heman demê de qetandina ramanî, derûnî, ruhî ya ji cîhana derve ye. Em di cerebeyên cîhan û Tirkiyeyê de dibînin ku bêtir tecrîd li ser kes û hêzên muxalif tê pêşxistin. Ji ber vê yekê tenê kes nayê tecrîdkirin. Di heman demê de di şexsê muxatab de hemû kesên nûnertiya wan tê kirin jî tên tecrîdkirin. Çavkaniya tecrîdê polîtîkayên serdestan e.”
Çîçek, bal kişand ser tecrîdkirina li girtîgehan û welat û wiha axivî: “Bi tecrîdê dixwazin her kesî bi xwe ve girê bidin. Têxin bin kontrolê. Niha tecrîd li hemû welat belav bûye. Em dibînin ku her îqtîdar nikare welat bi rêve bibe li aliyekî siyasetmedaran digire, li aliyê din wan davêje hepsa malê. Derketina wan a derve qedexe dike. Kelepçeyê elektronîk li zend û piyê wan dixe û şertê ku her hefte îmze bide qereqolê li wan ferz dike. Bi vî şiklî tecrîd li hemû welat belav dibe. Tecrîd ne tenê li girtîgehan, li her derê welat belav bûye.”