NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên PKK û PAJK’ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 74 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 53’yemîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 36’emîn de dewam dikin.
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 15’emîn dewr girtiye, di roja 74’emîn de didome.