LAVRIO – Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo piştgiriyê bide greva birçîbûnê ya li girtîgehan ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Yewnanîstanê dest bi greva birçîbûnê kirîbû.
Bajarê Lavrîo ya Yunanistanê greva birçîbûnê ya ku di pêşengtiya TCŞ’ê 4’ê Çilê de destpêkirîbû berdewam dike. Greva birçîbûnê îro gruba 8’emîn dewr girt grev ket di roja 36’emîn.
Kampa Lavrio de gruba 8’emîn grev bi şahiyekî ve dewr girt. Gelek kurd tevlî şahiyê bûn û şahiyê de stran hatin gotin û dîlan hat girtin.
Berxwedêrê greva birçîbûnê Firat Serhed ajansa me re wiha got:
“Çalakiya me ya Greva birçîbûnê îro li roja 36’an de ye. Me grev îro gruba 7’emîn dewr girt, em gruba 8’emîn in. Armanca grevê azadiya Serok Apo û gelê kurd e. Grev naha li Mexmûrê, Zîndanên Turkiyê gelek deverên cihanê berdewam dike. Ez bawer dikim ku ev çalakiya me yê serbikeve. Emê Serokê xwe azad bikin, emê Kurdistanê azad bikin. Eger Serokatî azad bibe yê gelê Kurd jî azad bibe. Bi vî awayê çalakiyên me yê berdewam bikin. Piştê gruba me yê gruba 9’emîn jî berdewam bike.”