NAVENDA NÛÇEYAN –
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sîstema Îmraliyê weke parçeyekî Komploya Navneteweyî dibîne. Ocalan di parêznameya xwe de ya bi navê ‘Ji dewleta Rahîb a Sumeran ber bi komara gel ve’ pêvajoya komployê û rastiya Îmraliyê bi rengekî vekirî radixe pêş çavan. Em beşa yanzdehmîn parve dikin:
JI GIRTÎGEHÊN TÎPA F GELEKÎ GIRANTIR E
Li gel destnîşankirina bêhiqûqiya darizandina Îmraliyê, bi dîtina min wê kêrhatî be ku hin agahiyan bidim û nirxandinê bikim. Tevlî hemû îdîayên parêzerên xwe dibim ên ku diyar dikin ku xalên 2., 3., 5., 6., 7., 8., 9., 10., 13. û 14. hatine binpêkirin. Parêznameyên di vê mijarê de kirine hem ji aliyê teknîka hiqûqê ve hem jî ji aliyê dewlemendiya navberokê ve ji bo min jî derbas dibin.
Ez ê bi giranî hewl bidim rastiyên di cewhera mijarê de ne yên ne di cih de ne, eşkere bikim. Tevî ku girtî me, li giraveke xweser ku li Tirkiyeyê yekane ye, têm girtin û ev rewş ji bo min gelekî giran e. Ji ber rabûna li ber şert û mercên girtîgehên Tîpa F a li Tirkiyeyê, zêdeyî 50 girtî ya di dema serdegirtinê de ya jî di rojiya mirinê de şehîd bûn. Şert û mercên ku ez tê de me, ji yên girtîgehên Tîpa F gelekî girantir in. Di rêvebernameya ti girtîgehê de maddeyek li ser van pêkanînan nîne. Nêzîkatiya kêfî û ji bo girtî-hikumxwarekî taybet li min tê kirin. Kes nabîne bê çawa dijîm. Ji aliyê hêzên ewlekariya taybet ve ku hejmara wan timî diguhere û ne kêmî 20’an e, 24 saetan timî bi kamera û bi çavan têm şopandin. Eşkere ye ku tenê bi rapora Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ku saziyeke nêzî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye, dikare eşkere bike bê ev pêkanîn ji aliyê psîkolojîk ve çiqasî giran e. Dema ku rewşa hewayê hinekî nebaş dibe, hevdîtina min a parêzeran a heftane, dibe du sê hefteyan carekê tenê ji bo saetekê. Ancax piştî çend mehan dikarim birayekî xwe û du xwişkên xwe bibînim.
Ji ber cihê jê tê dûr e û xizanin, zehmet e ku hevdîtin ji vê zêdetir were kirin. Alerjiyeke giran bi min re heye û şert û mercên heyî vê girantir dike. Ji xwe avhewaya deryayê tenduristiya min timî tengav dike. Dema dawî serê her deqeyê neçar im aveke tîr a di qirika xwe de biavêjim. Bedena min li asta dawî ya berxwedêriyê ye. Xwarin bi şêweyê karavana ye. Ji bo tenduristiyê nikarim ji bo xwe tiştekî werbigirim. Tevî vê yekê hewl didim têkiliya xwe ya bi Fermandariya Giravê û rêveberiya girtîgehê re di nava pîvanên medenî de bimeşînim. Pirsgirêkên min ji ber wan nîne. Statuya ku bi cih tê anîn, amûra herî mezin a zexta psîkolojîk e.
XWESTIN GELÊ KURD BITIRSÎNIN
Van xusûsan zêde girîng nabînim û pêwîstiyê pê dibînim ku sîstema lînça siyasî ku meseleya bingehîn e vebêjim. Dinyayê tev dît ku didema dadgehê de kesên bi kincê sivîl û çapemeniyê atmosfereke lînçê kirin. Li salona dadgehê, ji bo rexneyeke biçûk jî lînç hate kirin. Eger tedbîrên taybet ên leşkeran nebûya, wê bi her awayî dînîtî bihata kirin. Çapemeniyê bi helwesta xwe ya terorê ya li derve re dixwest gelê Kurd bişikîne, bitirsîne û ji dozê vegerîne. Xwestin ku me ji jiyanê poşman bikin. Di vê demê de bi sedan dost û welatparêzan xwe şewitandin. Bi propagandaya ku digotin ‘wê teqez bê îdamkirin’ dixwestin hêviyan hemûyan bikişînin. Bi taybetî hewl didan ku min daxînin asta mirovekî erzan û biçûk bixînin. Bi karîkatur û şîroveyên ecêb dixwestin berxwedêriyê bişikînin. Sempatiyên herî biçûk ên dostaniyê bi tundiyê dihate tepisandin. Armanca esasî ya sîstema zextê ew bû ku hişmendiya siyasî welatparêz a gel tine bikin û nîşan bidin ku dozeke wan nîne. Gotina stranekê, xwendina helbestekê li ser min, têrê dikir ku di nava civakê de rê li ber lînçê veke. Du sê gotinên aştiyane yên ku hunermend Ahmet Kaya ji bo min got, têrê kir ku ji aliyê siyasî ve bê lînçkirin. Êdî nema dikarîbû li Tirkiyeyê bimîne. Xayin hatibû îlankirin. Piştî demeke kurt nekarî xwe li vê êşê rabigire û li Ewropayê şehîd bû.
HELWDANÊN ME YÊN JI BO LIHEVKIRINA DEMOKRATÎK
Di encama hewldanên me yên lihevkirina demokratîk û aştiyane de, ev atmosfera şoven kêm be jî ji holê rabû. Civakê êdî nakokiyên xwe hê bi rasteqînî dît. Dît ku bi şerê taybet û aboriya rantê çi nelirêtî hatiye kirin û fêhm kir ku sedema rastî ya krîza giran siyaseta rantxur e. Li aliyê din, meqamên dewletê yên berpirsyar timî raporan didin û diyar dikin ku bi rêbaza klasîk a înkar û tinekirinê dewlet nikare xwe ji pirsgirêkan rizgar bike, pêwîstî bi jinûve avabûna demokratîk heye û reformên di vî warî de divê bi cih werin anîn. PKK’ê fêhm kiriye ku rewşa xitimanî ya pratîk û îdeolojîk, bi nêzîkatiyên berê ji holê nikare bê rakirin û çareserî nikare bê firandin. PKK jî ji aliyê xwe ve di gelek waran de xwe ji nû ve birêxistin dike.
Beşên civakê hemû pê dihese ku rewşeke nû derdikeve holê û êşên vê yekê niha tê kişandin. Ya ku derbarê pirsgirêka Kurd diqewime, rewşa ‘ne şer ne jî aştî’, serdemeke rawestandina şer a li dora agirbestê ye. Alî bi kûr diponijin, hewl didin nêrîn û pratîkên herî guncaw bibînin û li gorî vê yekê polîtîkayê diyar bikin, xwe ji nû ve ava bikin. Civaka Tirkiyeyê jî bi temamî ketiye nava vê pêvajoyê. Her alî ji dîrokê heta serdema heyî û paşerojê, xwe bi pir alî ji nû ve dinirxînin, hewl didin şert û mercên dinyayê, yên navxweyî û derve bi rasteqînî şîrove bikin û program û perspektîfên nû peyda bikin.
PÊWÎSTÎ BI QANÛN Û DESTÛREKE BINGEHÎN A NÛ HEYE
Nûbûna jiyan siyasî ji aliyê gelekan ve tê qebûlkirin. Tevî ku ev yek pêkhatina çareseriyê garantî nake jî, ispat dike ku jiyana mîna berê nabe. Şêweyê jiyana ji niha û pê ve bi konsensuseke civakî ya nû ve girêdayî ye ku di serî de Kurd cihêrengiyên nasname, bawerî û zayendê dixe nava çarçoveya xwe. Ji bo vê jî pêwîstî bi qanûn û destûra bingehîn a nû heye.
ÎDEOLOJÎ Û OLÎGARŞIYA FERMÎ BI SER NEXIST
Pirsgirêka şer û aştiyê ya Tirkiyeyê, ji pirsgirêka Kurd jî wêdetir e. Hem xwedî rabirdûyeke demdirêj a dîrokî heye, hem jî nakokiyên 30 salên dawî yên civakî, olî û etnîkî ev rastî eşkere kirine. Îdeolojî û rêveberiya olîgarşîk a fermî ya komarê bi zext û zordariyê hewl da yekrengiyê li ser civakê ferz bikin, lê ev bi ser nexistin. Nakokî û şer ev hewldan têk bir. Ya ku pêwîstî pê heye, pêkhatina sîstemeke destûrî ya dewlemend e ku ji pir reng û çandan pêk tê. Tirkiye, komara demokratîk û laîk a salên 2000’î neçar dimîne ku ji aliyê cewherî ve xwe ji nû ve birêxistin bike. Qet hebe pêwîstî bi veguherîneke bingehîn a heta salên 1920’î heye.
KURD DI DÎROKÊ DE CARA YEKÊ YE KU JI HEV BELAV NEBÛN
Pêvajoya jiyan-mirinê ya li Îmraliyê hebûna pêwîstiya veguherînê eşkere kir, hem jî rê û rêbazên pêkhatina çareseriyê destnîşan kir. Bêguman di vir de dilsoziya PKK’ê û gelê Kurd a bi Rêbertî re xwedî rola bingehîn e. Kurd di dîrokê de yekemcar li pêşberî komploya herî pêşketî ya derve û hundir ji hev belav nebûn, berevajî belavbûn bêhtir xwe li hev girtin û helwesta lihevkirina demokratîk û aştiyê nîşan dan. Hêz û durustiya vê helwestê, dibe ku cara yekê bandor li delwetê û civakê kir û cesaret da wan ku ji bo aştiyê û lihevkirineke civakî ya nû gavê biavêjin. Di asta herî bilind de nîqaş tê kirin ku peymana civakî ya ku Kurd jî di nav de ne, wê rêbaza herî rast a yekîtiya dewletê û yekparebûna welêt be û ev nêzîkatî bi giranî erênî tê dîtin. Ya ku diqewime êşên jidayikbûnê ne. Lê belê ev nayê wê wateyê ku her tişt bi rengekî rast bi rê ve diçe. Hêzên şoven paşverû û xwecihî, bermahiyên siyasî Yên berê û statukoyên burokatîk xwedî wê potansiyelê ne ku dikarin rê li ber teqînên nû vekin ku pêşî li her tiştî bigirin. Metirsiya teqîna civakî bi temamî ji rojevê neketiye.
Li ser vê bingehê, pêvajoya Îmraliyê ya jiyana min, der barê rewşa parastina rewa de gelek wezîfeyan dide ser milê min û her kesî. Ji bo ev wezîfe rê li ber aştiyeke erênî û demokrasiya tam veke, mecbûre ku hêzên çekdar ên PKK’ê ji aliyê hejmar û kalîteyê de xurtir bibin. Ne tenê êrîşên hêzên li Tirkiyeyê yên aştiyê naxwazin, ev yek ji bo pûçkirina êrîşên paşverûyên li Rojhilata Navîn û li nava Kurdan, mecbûrî ye. Ev nebe, aştî û demokrasî wê xeyalek be.
GIRÎNGIYA CIVAKA SIVÎL
Xusûsa duyemîn a girîng ew e, Kurd xwe ji rewşa klasîk a civakî rizgar bikin, bibin xwedî civakeke sivîl a berfireh û ber bi jorê ve piraniya civakê di nava xwe de vedihewîne. Bersiva ku gel bide jiyana min a li Îmrlaiyê, avakirina civaka sivîl a di vê çarçoveyê de ye. Ji bo gelê Tirk ê bira û komên din ên çandî, çare avakirina civakên sivîl e. yek ji projeyên bingehîn ên Tirkiyeyê afirandina civaka sivîl e û ev ne cihê nîqaşê ye. Heta ku civaka sivîl ava nebe, wê tiştekî xapînok be ku mirov li bendê bin ku ji nû ve avabûn bi dewleta klasîk bê kirin.
ÎMHAYA KU JI MIN DEST PÊ BIKE
Di têkoşîna xwe ya mirin-jiyanê ya Îmraliyê de bi vê hişmendî û berpirsyariyê hewl didin vê yekê bikim. Ji bo kes û saziyên pêwendîdar tiştekî jiyanî ye ku fêhm bikin bê ev yek ji bo gelên me tê çi wateyê û baş analîz bikin. Aştiyeke bi rûmet û çareseriyeke demokratîk a tam, xala bingehîn a tercîh û karê me ye. Divê hêza şerxwazan û çeteyan qet neyê jibîrkirin. Çarçoveyeke îmhayê ya ji min destpê bike wê ji Kurdan û gelên Tirkiyeyê bi deh hezaran kesî qetil bike.
Girîng e bê zanîn, armanca bingehîn a hêzên hundir û derve yên komplo amade kirine ev e û divê qet neyê jibîrkirin ku di dem û cihê guncaw de wê dest bi îmhayeke wiha bikin. Şert e ku mîna ev komkujî wê sibe bê kirin bi her awayî amadekariyên parastinê werin kirin. Aştiya bi rûmet a paşerojê û ev nebe, şerê azadiyê yê bi rûmet ancax bi vî rengî dikare bi ser bê xistin.
MIN HEWL DA KU RÊYÊN DIYALOGÊ GEŞ BIKIM
Şertên polîtîk û organên biryarê yên Tirkiyê zêde bûn, beriya ku DMME têkilî min bikeve nav pêvajoya biryardayinê, ji bo Tirkiyê û arîşeyan û li ser xalên dijberên PMME’yê bi rêya dîyaloga dualî lêgerîna li çareseriyê wê tercîha min bûya. Ez bixwe, xwe ji bo çareseriyeke bi vî rengî xwedî îdîa û hazir dibînim. Bi ser de, ji 1993’an û vir ve, bi Serokkomar Ozal re ji bo pêvajoyeke wiha min biryardariya xwe danîbû holê. Piştre jî bi rêyên nerasterast hin nêzîktêdayinên diyalogê çêbûn.
Dewletê nîşan da ku bi temamî ew ji vê azîneyê re ne girtî ye. Lê hin geşedanên neyênî, hin hêzên ku çareseriyê naxwazin û heta dawiyê li ser tundiyê radiwestin, gavên di vê hêlê de, bêkarîger kirin. Li gel vê jî, ji serê Îlona 1998’an û vir ve, bi destpêkirina agirbestek yek alî hewl hate dayin ku zemîna gavên wiha were hazirkirin. Dîsa, 9’ê Cotmeha 1998’an, piştî polîtîkaya zextê ya li ser pêvajoyê, sedema ku min ne çiya lê Ewropa tercîh kirî ew bû ku ez rêyên diyalogê geş bikim. Li Imraliyê pêvayê lêpirsînê bi heman atmosferê bû.
Li vir ji lêpirsîneke klasîk wêdetir, bi israr hate diyarkirin, bi rêyên diyalogê bersiva li probleman tekane rêya rast e. Piştre li ser vê bingehê, min nameyên berfireh hem ji saziyên rayedar ên dewletê û hem jî rayedarên PKK’ê re şandin. Têkilî darizandina li Imraliyê parastina ku min hazir kirî bêhtir peyameke aştî û lihevkirina demokratîk bû, ku li diyalogê digeriya. Ev parastina min ji bo ku rewş bikeve nav lêgerîna çareseriya bi aştî û demokrasiyê rê li ber bandorên girîng vekir. Ji bo DMME’yê jî hêvî dikim ku ev belge bi rengê parastina pêvek were dîtin.
DIBE KU DERFETÊN ÇARESERIYA DOSTANÎ ÇÊBIBIN
Ev parasrtina min a ku têkilî DMME’yê min hazir kirî, bi rengekî hê berfirehtir, bi wê armancê ye ku rêya ku diçe diyalogeke ku, pîvanên hiqûqa deokratîk ji bo xwe esas dibîne, ronî bike. Heke mirov lê hûr bibe wê were dîtin ku ji bo hemû aliyan, li gorî giyanê PMME’yê, di nav lêgerîneke aştiyê de ye. Ji bo vê jî ku pêşniyara çareseriya dostanê ya Dadeha Berz tê kirin, ez girîng dibînim ku bi berfirehî li parastina min binerin û li bendê me jî.
Li Tirkiyê jî, Meclîs (TBMM) xwe hazir dike ku di destûrê de hin guherînên girîng bike. Ev hazirî têkilî endamatiya namzetiya YE’yê pêşî armanc diek u li Krîterên Kopenhagê were. Heke guherîna destûrê bi rengekî berfireh ku ji PMME’yê re bibe bersiv, derfetên çareseriya dostanî çêdibin. Lê israra hin partiyên şowen û paşverû ya li ser cezayê mirinê, li dijî perwerdehiya Kurdî û azadiya ramanê alîgiriya wan a li ser domdariya qedexeyê dikare gavên wiha pûç bike. Lê dîsa jî dema ku derfetek derkete holê, nirxandina wê, peywireke ku dikeve ser milê aliyên berpirs.
YÊ KU DIVÊ GAV BAVÊJE DEWLET E
Li hêla din jî, PKK bi giştî li wêdetirî sînoran biryardariya wê ya li ser pergala parastina meşrû û hazirbûna wê ya ji vê re, ji bo diyalogê rewşê guncav dike. Êdî yên ku divê gav bavêjin, saziyên rayedar ên dewletê ne. Hêvî û pêşniyara me ew e ku dewlet bixwe jî, di vê rêyê de ku ji wê jî rûmetdar û sûdewar e teşwîq bike û gavan bavêje. Hemû şertên hundir û derve ku aliyan vedihewîne, hem hewce dike ku ev gav zû werin avêtin û hem jî dîrokî dike. Heke DMME jî, ji ber girîngiya mijarê, bi hewldaneke taybet, ku hêzê bide lêgerîna diyalogê ya bi armanca çareseriya dostanî û bangê li aliyan bike, ku bi ser bikeve jî wê bibe xwedî maneyeke dîrokî. Têkilî hemû aliyên ku Dadgeha Berz di vê mijarê de wê bikaribe bide û pêşniyar bike, ez nêzîktêdayin û hêviyên xwe dixwazim diyar bikim.
KONSEYA EWROPAYÊ DIVÊ HIN TEVDÎRAN BISTÎNE
Têkilî Konseya Ewropayê (KE)jî, ku hêza pêkanînê ya biryarên DMME’yê dixwazim hin raman û pêşniyarên xwe bi kurtî bibêjim. KE divê PMME’yê pêk bîne û bişopîne. Tirkiye ev nêzîkî 50 salî ye yek ji endamê damezirîner ê Konseyê ye. Azerbaycan û Ermenîstan ku tevlî konseyê bûne jî di destûrên xwe de guherînên hewce kirin, Tirkiye di vê mijarê de hê jî guherînên yasayî yên ku PMME hewce dike, nake, di vê mijarê de bi çarçoweya biryarên DMME’yê ku ku li ser hikûqa navxwe jî hikmê wê heye, guherînên destûrî û yasayî taloq dike.
Bêguman Konseyê di vê mijarê de gelek caran dengê xwe li Tirkiyê kiriye. Lê êdî ji dengêxwelêkirinê wêdetir, peywir li ber me hene ku em hin tevdîran bi cih bînin. Bicihneanîna van tevdîran ziyanê dide hiqûqa wê jî. Weke ku li bara endamekî xwe ji xwe dide. Ev rewş bandoreke neyênî li ser wê dike ku li Tirkiyê dewleta hiqûqê geş nebe. Nexasim bidawîbûna vê taloqkirinê ya têkilî pirsa Kurd û laîktiiyê, ji bo ziyan neyê ser baweriya bi hiqûqê, girîng e.
Tirkiye, hikmên qanûnan di serî de li ser cezayê mirinê, li ser kêmearan û azadiya ramanê qedexe dike, li gorî PMME’yê naguherîne. Doza min, di van mijaran de hatiye rewşeke bi pozîsyona kilîdê, bi ser de, tam weke amûreke îstîsmarê tê bikaranîn. Cezayê mirinê ya li ser min, ne tenê li hundir, mixabin li platformên YE’yê jî, jibo endamtiya li YE’yê mîna qozekê tê bikaranîn. Ev rewş jî tiştekî wiha ye ku ne tenê min, daxwazên rewa yên gelê Kurd in dixin mijara bazarê.
Lê saziyên YE’yê bi nirxên normatîf in. Ev nirx zimmî jî be mirov nikare nîqaşa wê bike û tawîzan jê bide. Divê bi taybetî diyar bikim, ez gelekî şaş û neheq dibînim ku heqê min û gelê Kurd ê meşrû û yasayî bi Tirkiyê re tim wer nîqaşkirin û bibe mijara bazarê. Ez ji bo xwe mînake peywirekê dibînim ku bang li Konseya Ewropayê bikim ku bang li endamê xwe Tirkiyê bike ku demildest li gorî normên wê biçe û bi lezgînî gavên hewce bavêje.
Heke Konseya Ewropayê têkiliyên xwe yên geş ên bi Tirkiyê re di mijara Kurdan de ji bo geşkirina diyaloga siyasî bi kar bîne, hem ji bo ku biryarên DMME’yê werin bicihanîn, hem jî ji bo ku Tirkiye ber bi dewleta demokratîk û hiqûqê ve bi pêş bikeve wê bibe xwedî roleke girîng. Konseya Ewropayê agirbesta PKK’ê ya yekalî ya bi çarçoweya parastina rewa, dikare fersend bibîne, bi kêmanî bi qasî hewldana ku ji bo Kosova û Makedonyayê nîşan dayî, dikare ji bo lêgerîna me ya diyalogê ya bi Tirkiyê re bibe destek û ev pir girîng e.
PÊWÎSTIYA KURDAN Û TIRKIYEYÊ YA BI DESTEKÊ
Pêdiviya Kurdan û hemû Tirkiyê bi vê destekê heye. Ji ber encamên pêkan ên doza min, ez hewce dibînim ku vê daxwaza xwe diyar bikim, ez hêvî dikim ku Konseya Ewropayê jî bi hewldanên xwe yên binirx wê keda xwe lê zêde bike.
Herî dawî, parastina xwe ya ji bo ku DMME’yê min hazir kirî bi vî rengî temam dikim, ez bawer dikim ku li gel parastina min a Imraliyê, bi pûtepêdanî wê were nirxandin. Ez dixwazim agahiyên ku min li ser gelek bûyer û kesan dane, ku divê mirov li ser wan hûr bibe, bi rengê belge û şahihan werin nirxandin. Ez dîsa dubare dikim, ku hewce bike ez ji parastinên gotinî û nivîskî yê pêvek re hazir im. Bi vê parastina xwe re, ez hêvî dikim ku DMME hem ji bo gelê me, hem ji bo PKK’ê û hem ji bo min, hem ji bo mirovahiya pêşverû, Tirkiyê layiqî dîrokê, biryareke hê rastir û dadmend bide û hurmeta xwe nîşan didim.
Wê bidome…