NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên PKK û PAJK’ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 75 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 54’yemîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 36’emîn de dewam dikin.
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 15’emîn dewr girtiye, di roja 75’emîn de didome.
Bavê girtî Emre Can Demîr ê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye Hasan Demîr bang li her kesî kir ku deng bidin qîrîna li girtîgehan.
Demîr da zanîn ku ew û kurê xwe li Stenbolê di serdegirtina malê de tê binçavkirin wan dibin Antalyayê û li wir mehek îşkence li wan hatiye kirin û li ber çavê wî îşkence li kurê wî hatiye kirin. Demîr got ew piştî 4 mehan hatiye berdan û lê 50 cezayê girankirî yê heta hetayê li kurê wî hatiye birîn.
Demîr diyar kir ku di serdema Leyla Guven di sala 2018’an de dest bi greva birçîbûnê kiribû û heta 2019’an berdewam kiribû, kurê wî 106 rojan di greva birçîbûnê de maye û ji 60 kîloyî daketiye 35 kîloyî. Demîr anî ziman ku piştî greva birçîbûnê kurê wî ji Antalyayê sewqî Eskîşehîrê hatiye kirin.
7 girtiyên li Girtîgeha Tipa T a Şirnexê, xwestin biçin Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê. Girtiyan daxwazname dan û sewqa xwe xwestin. Li gorî agahiyên ku parêzerên girtiyan da, girtiyan ji bo sewqî Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê bên kirin daxwazname dane rêveberiya girtîgehê.