GİRKÊLEGÊ – Ciwanên Rojava li dijî komploya navnetewî tevgerê de ne.
Ji bo balkişandina komploya 15’ê Sibatê gelek deverên Rojava de ciwan li ser piya ne.
Îro jî li bajarê Girkêlegê bi armanca şermezarkirina qomploya 15 şibatê pêşangehek ya wêne û pirtûkên Serokatî hate vekirin.
Pêşangeh bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger hate vekirin û bi dehan ciwan û gelê Girkêlegê beşdarî vê pêşangehê bûn.