NAVENDA NÛÇEYAN –
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pergala Imraliye jî mîna parçeyek ji Komploya Navdewletî dibîne. Wê deverê ne tenê weke girtîgeheke giravê dibîne, wir weke mekanekî wiha dinirxîne ku modernîteya kapîtalîst êrîşa mezin lê dîzayn dike ku di şexsê Wî de gelê Kurdistanê û gelên herêmê kiriye hedefa xwe.Ocalan di nivîs û hevdîtinên xwe de dema ku vê pergalê dadihurîne û vedibêje, derdibirînê bê ka têkoşîneke çendî giran daye.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sîstema Îmraliyê weke parçeyekî Komploya Navneteweyî dibîne. Ocalan di parêznameya xwe de ya bi navê ‘Ji dewleta Rahîb a Sumeran ber bi komara gel ve’ pêvajoya komployê û rastiya Îmraliyê bi rengekî vekirî radixe pêş çavan. Em beşa sêzdehan parve dikin:
AŞTÎ TEORÎ Û PRATÎKÊ HEWCE DIKE
Beriya pêvajoya Imraliyê bi rengên cuda min nîşan dabû ku gera li aştiyê ji bo min ji geşkirina şer zêdetir binirx e. Gelek caran min ev hêl diyar kirin. Di pêvajoya Imraliyê de zêdetir li ser aştiyê kûr bûm.
Min ev ne di ber tawîzeke de wiha kir, min ev bi peywireke mirovî û siyasî fêhm kir. Teorî û pratîka aştiyê bi kêmanî bi qasî teorî û pratîka şer lêzimiyek e. Aştî heke sînordar be jî, heke ji pêngavên azadiyê re vekirî be, ji wan şeran, ku destkeftiyên pir mezin bi dest mirov ve tînin, divê bêhtir were hilbijartin. Ez bawer im ku hîs, hiş û vîna aştiyê zêdetir berz û xurt e. Ez bawer dikim civakeke ku aştiya xwe bi azadiyê bi cih aniye, her demê rêxistinî û bîrewer e û mafê xwe jî bi aştiyê bêtir bi rehetî wê bikaribin bi dest ve bînin.
DOGMAYÊN MILLIYETGIR, DERBIRÎNÊN DEMAGOJÎK
Ti gumanê jê nabim ku aştî ne qelsî lê xurtiyek e. Bi radestbûna nav dogmayên milliyetgir, li ser navê ”welatê pîroz-al-dewletê” derbirînên demagojîk ên ku têne nîşandan, bi rengê derewên faşîst şîrove dikim. Bi baweriya min, niştimanperweriya herî hevgirtî bi wê ye, ku mirov hurmetê bide hemû hebûnên çandî. Ez êmin im, ên ku dixwazin herî pir ji neteweya xwe re sûdewar bin, bi qasî ku hurmetê didin çanda xwe, bi hurmetdayina çandên hemû gelan dikarin vê pêk bînin. Sedsala 21’ê wê bibe şahidê aştiya Kurdan.
DIVÊ HESABÊN ŞAŞ LI SER VÊ NEYÊN KIRIN
Pêvajoya jiyana min a li Imraliyê, ti guman jê nîn e, keda xwe tê de heye ku li ser diyardeya aştiyê zêdetir kûr bibim. Bi qasî derfet û delîveyan min hewl da ku ez vê der bikim. Di nermbûna rewşê de ya van du salan a li Tirkiyê, rista van hewldanên min diyarker bûye. Bi taybetî, elîta siyasî, parlamento û hikûmet gavên ku ji wan dihate payin, ji ber ku neavêtin, nehiştin ku rê zêdetir vekin û fersend nedan aştiyeke mayinde. Ez ne ku ji mirinê ditirsim bi vê helwestê me. Ez dizanim ku ev ê ti sûdê neyîne û nebe çare. Lê bi girîngî hewceyî pê dibînim ku diyar bikim, gavên ku bi hewcehiya nasnameya xwe ya îdeolojîk diavêjim bi şaşî neyên şîrovekirin û li ser vê hesabên şaş nayên kirin.
ÊN KU GAVÊN HERÎ MAQUL NAVÊJIN HER TIŞTÎ DIKARIN BIKIN
A ku li ser min tê ferzkirin, pergala rizandinê ye. Jixwe tê zanîn bê ka ez bi komployeke çilo anîme vir. Ji bo ku zêdetir fersendê bi dest armancên komlogeran ve neyînim, yên li ser Anatoliyê, Mezopotamyayê û Tirkiyê, ji bo ku zêdetir fersendê bi dest derdorên şowen ve neyînim, ku siyasetê di ser xwînê û şer re dikin, ez biryardar im ku helwesta xwe ya li ser aştî û azadiyê, ya di berjewendiya hemû gelê Tirkiyê de ye, bidomînim.
Her wiha, min diyar kiribû ku îmhakirina min tenê bi şexsê min re ne sînordar e, heke wiha bûya, min ê ev zêdetir venekiriba û nekiriba mesele. Lê ji ber sedema ku komplo hê jî sazkar e û baş pê dizanim ku îmhaya min mîna xelekê wê ji bo îmhaya, hemû hevrêyan, dostan, gelê me yên dirûst, dilsoz ê welatparêz bi rengê destpêkekê were şixulandin, dema ku îhtîmaleke wiha hate rojevê û dema ku bi rengê talokeyekê derkete holê, haziriya giştî, raperîn û hatina ber bi pergala berevaniya rewa ve, weke mecbûriyeteke xwe nîşan dide. Ji wan kesan, ku ji bo aştiyê gavên herî maqûl navêjin, her tişt dikare were hêvîkirin. Pûçkirina komployê zêdetir kêferatê hewce dke. Divê mirov baş bihesibîne be ka şêwaza rizandinê dixwazin bi kûderê ve bibin. Destpêkê rengê xwekuştinê li ser min hatibû ferzkirin. Ji bo piştî min gelek plan hatibû girêdan. Ya Talabanî tenê yek jê ye. Planên bi ser Barzanî ve jî hene. Her hêza têkildar û xwedan îdîa bi planekê ye. Ev plan nehatin rakirin, tenê bi demê ve hiştin. Hîç nayê zanîn bê ka şêwaza çareseriyê ya Tirkiyê çiye. Lê aşkere ye ku hewl dide birizîne, li bendê ye ku bi demê re alternatîfên herî pir li berjwendiyên wê tên xwedî bike.
HEWCEHIYA BI HÊZA BEREVANIYÊ YA REWA YA XURT
Şêwaza me tê zanîn. Şert e ku hezên berevaniya rewa, di nav çar dewletên cîran de, bi qasî ku bikaribe aştiyê û çareseriya yekîtiya demokratîk bi cih bîne, xwedî hijmareke zêde be û bi vê wesfê ve. Aştiya herî mutewazî jî, hewcehiyê bi hêza berevaniyê ya xurt û rewa dibîne. Kîjan dewlet êrîşê tîne ser bila bîne, divê di wê rewşê de be ku li dijî hemûyan, bi plan be, hazir be û bicihbûna wan bi hemû kûrahî û berfirehiyê be. Tenê ku pergaleke berevaniyê ya rewa ya ku bikaribe li bara her cure êrîşê xwe ragire li pişt hebe, aştî û çareseriya demokratîk dikare çêbibe.
Dîsa dibêjim; berevaniya rewa ji bo dewletan jî hewce ye. Bi vê çarçoweyê pêdivî bi xebata civaka sivîl a berfireh û bi xebata siyasî heye, ya ku xwe dispêrê hevalbendiya hêzên çareseriya demokratîk. Aştiyê û çareseriya demokratîk bi esasî wê xebatên cviaka sivîl û hêzên hevalbendiya demokratîk bi cih bînin. Derveyî welat û hêzên berevaniya rewa tenê bi qasî ku vê xebatê û hevalbendiyan xurt bika geşdan dikarin erênî û bilez bin.
90 JI SEDÎ YÊ BAR EZ HILDIGIRIM
Şert û merc çendî giran bin jî ez ê hewl bidim ku ragirim. Di jiyana xwe ya Imraliyê de, hilberandina sebrê, mane û wêrekiyê wê ji bo min ne giran be. Zehmetiyên fizîkî ne bi vina min e. Ya herî çaktir, hem dîroka giştî û hem jî dîroka Tevgera Azadiyê, bi hêza hîs û ramanê ya li Imraliyê ez ê gelek caran binirxînim. Ez ê plansaziya hin xebatên wêjeyî bikim. Dikarim vê diyar bikm: Têgihiştina hêza hîs û ramana min a qonaxa Imraliyê wê me bibe wê rewşa ku mirov bi girîngî û hêzeke derasayî be. Mezinahiya dîrokî û mezinbûn, bi wê ve ye ku rastiya min a li Imraliyê were parvekirin û bi xurtî were temsîlkirin.
Jiyîna dîrokê û ya rojane ya bi vî rengê bêhempa û têra xwe kûr, bi avaniyeke weke ya min çavdêriya li vê û encam ji vê derxistin, ji bo kesên bi xwe bawer bi qasî ku hêzê dide wan, peywirên giran jî li wan bar dike. Ez hez nakim ku zêde xwe binepixînim. Lê ji bo rûberîhevkirinê mirov gelek caran li Îsa, Paulus, Muhammed, Lenîn, Stalîn û mînakên piştî wê binere wê sûdewar be. Ez bawer dikim ev dahurandina vê şêwaza parastinê, wê bandoreke wiha bike ku asoyê li ber mirov veke, di hêla raman û hîsê de mirov dewlemend bike û ji bo hewcehiyan bi asteke girîng bibe bersiv. Lê heke ji bo xwe aştiyeke birûmet û jiyaneke azad dixwazin, her kes li gorî serdemeke derasayî divê hewldana xwe lê zêde bikin.
Hê jî barê dewletê, PKK’ê û gel, 90 ji 100’i ez radigirim. Ez vê ji bo xwe mîna rûmetê dibînim. Lê yên ku nikaribin bar hilgirin, ne xwedî wê siûda ne ku berz bibin û mezin bibin. Ji bo vê jî pêdivî pê heye ku mirov xwe bide şêwazeke xwe dayinê, wêrekiyê û serkeftinê. Serdemên wiha, bi giraniyeke wiha ne ku dikarin dused salî diyar bikin. Bi vî rengî şîrovekirin vê, wê nehêle ku sedan sal ecûckî bimînin; serdemên ku mirov dikare jê re bibêje şayanî dîrokê ne, rê li ber heyina hêzên berz û bixisletbûnê vedike. Dema ku ev siûd neyê bikaranîn, ne li ser navê xwe, li ser navê her kesî xemgîn dibim.
MEZINBÛNA HÊVIYA MIN XURT E
Diviya ev xakên ku dibû ku bihişt li ser bihatana avakirin, ne wiha hoveber bûna, ne wiha di nav kavil û xirbeyan de bûna. Mezinbûna hêviya min ji her demê xurtir e. Kêmparvekirinê û temsîlnekirinê li ser navê hevrêyan û li ser navê hemû mirovên bîrbir weke windahiyekê û kana xemgîniyekê dibînim. Min hîç maneyek jê re nedît ku mirovên ev qasî li pey rastiyê ne, ev qasî ketiyê azweriya jiyana azad in û li pey spehîtiyê ne, çilo nebûne xwedî serkeftinên mezin. Ji bo vê jî, hêviya min a her dem a serkeftinê û çareseriyê mezin e.
DADGEHEKE SÛCÊ ŞER A BÊALÎ
Ji hêla objektîv ve çalakiyên ku ji herdu aliyan ve jî mîna şerê bi asta kêm têne nirxandin, bi nirxandina bi rengê berevaniya rewa ya gelê Kurd û heke di vî şerê parastina rewa de çalakiyên ku mîna sûcê şer werin nirxandin bûbin, mirov vê di herdu aliyan de bibîne û hewl bide ku li dadgeheke taybet were darizandin, divêtiya dadmendiyê û hiqûqa hevçax e. Darizandina li Îmraliyê ya li Tirkiyê ji vî alî ve, hem ji hêla naveroka xwe ve û hem jî ji hêla hiqûqa pozîtîv ve li dijî PMME’yê ye. Weke ku di gelek mînakan de hatiye dîtin, avakirina dadgeheke bê alî ya sûcê şer, hem peywireke siyasî û hem jî sincî ya Konseya Ewropayê (KE) ye, ku hêza rêveber a DMME’yê û her wiha Tirkiye jî endamekî wê yê damezirîner e.
ZELAL E BÊ KA HIQÛQ ÇAWA HATIYE BINPÊKIRIN
Şerekî ku zêdetirî 40 hezar tê de mirine û nêzî 4 hezar gund û mezrik hatine valakirin bi rengê ‘terorîzm’ê nikare were wesifandin û mirov nikare li kesekî, li min bar bike. Gotina Serokkomarê Tirkiyê Suleyman Demîrel, “Carinan mirov dikare ji ya rûtîn derkeve”, dîsa, gotina Serokwezîrê wê demê Tansûr Çîller, “lîsteya kesên ku wê werin kuştina di bêrîka min deye” û her wiha ji ber bûyera Susurlikê gotina Wezîrê Karê Navxwe yê heman demê Mehmet Agar, “bi vî rengî bi hezaran çalakiyên me çêbûne’ bi rengekî vekirî nîşan dide bê ka hiqûq heta bi kîjan astê û ji kîjan aliyan ve hatiye binpêkirin.
NE DADMEND E KU KURDÊN BÊDEWLET BIBIN ALÎ
Bi hezaran dozên ku çûne DMME’yê vê nehiqûqiyê nîşan didin. Mirov nikare bi pereyekî bi hezar dolaran vê nehiqûqiya giran telafî bike. Heke wiha di ser guhê xwe re bavêjin, DMME û KE ne di berjewendiya Kurdan de wê PMME’yê bikin amûr, wê sîsika hiqûqê binpê kiribin. Bi wateya ku doz rê li ber binpêkirina hiqûqê ya ev çend giran veneke, xwedî girîngiyeke mezin e. Komara Tirkiyê hem ji bo ku endamê damezirîner ê KE’yê ye û hem jî j bo ku endamê namzet ê YE’yê ye, hewce dike ku li gorî PMME’yê tevbigere. Ji ber sedema ku Kurd ne dewlet in, qebûlnekirina wan a bi rengê aliyekî,ne nêzîkatiyeke dadmend e.
Ji bo vê jî, gera li mafan a bi asta şexsî, wê berevajî wê rasteqîniya “mafên sê nifşan be” ku PMME’yê ev ji bo hemû gelan mîna mafên objektîv nas kiriye û di hiqûqê de pênaseya wê kiriye. Rêvekirina darizandineke dadmend a taybet ya ji bo Kurdan, ku ji arîşeyên ku li Balkanan hatiye jiyîn girantir e, wê li giyanê PMME’yê be. Ez bi vê çarçoweyê li parastina xwe dinerim û sîsika wê dispêrim ser vê rasteqîniyê. Naxwe ez derhiqûqiyên ku li Îmraliyê dijîm, problemên bi asta duyem dinirxînim.
TEVDÎRÊN LI GORÎ GEWHERA HIQÛQÊ
Bêguman dema darizandinê hewldanên lînca siyasî ya ku li Tirkiyê hate çekirin, li giravekê, bi serê, bi şertê ku qet ne li gorî tenduristiya min e, bi rengê ku ku li çarmîxê hatibim xistin, girtina min a di odeyeke mîna tabûtê de, li dijî rêziknameya Komîteya Pêşîlêgir a Êşkenceyê ya Ewropayê jî. Li ser van hemû mijaran jî li gorî gewherê hiqûqê diviya tevdîr bihatana standin.
Ez vê jî bi girîngî divê diyar bikim, di kirina vê nehiqûqiyê de, bi esasî ne Komara Tirkiyê, di serî de ya Yewnanîstanê, hikûmetên Rûsya û Italyayê berpirs dibînim. Weke ku di parastina xwe de jî min bi berfirehî nîşan dayî, derhiqûqîtî, ji nêzîkatiyên komplowarî yên van hikûmetan tên. Li Ewropayê hiqûqa min a îltîcaya siyasî hate binpêkirin, weke ku rasterast ji hêla Bîlindken ve hatî vegotin, ku weke nûnerê taybet peywirê dike, rewşeke zelal e ku bi fermana Serokê DYE’yê Clînton ez kirim pakêt û radest kirim.
DIVÊ DARIZANDINA LI ÎMRALIYÊ DÛRÎ AQIL WERE DÎTIN
Ji destpêka pergalê ve li gel gelek hikûmet û sîxûran, gelek hêz ji vê nehiqûqiyê berpirs in. DMME heta ku darizandina li Îmraliyê nehesibîne û nexîne ti caran wê neyê hesibandin ku bi dadmendî tevgeriyaye; wê xwe ji wê rîska ku bikeve ber bayê komloyê jî xilas neke, ku di şexsê me de ev komplo li dijî gelê Kurd hatiye danîn. DMME ku ji ber vê doza min bi rista xwe ya dîrokî rabû, di veguherandina ser dewleta demokatîk û laîk a hiqûqê ya Komara Tirkiyê de wê bikaribe cihê xwe yê rasteqîn bibîne.
Bi vê wesîleyê bi rênîşandariya Dadgeha Berz, divê diyar bikim ku ji wê rêbazê re ku jê re ‘çareseriya dostanî’ dibêjim, vekirî me. Heke rayedarên Tirkiyê jî qebûl bikin, li ser hîmê ku çek werin danîn û sînorên berdest ên dewletê esas werin dîtin, bi giringî divê diyar bikim ku bi rêyên diyalogê hewldana lihevkirina li ser krîterên demokratîk ez rêya herî derbasdar dibînim û PKK’ê jî di vê mijarê de heman vîn diyar kiriye.
PEYWIREKE SINCÎ Û SIYASÎ YE
Hem DMME û hem jî saziyên din ên rayedar ên YE’yê ku tenê bi çarçoweya mafên takekesî li problemê nenerin û têkiliya di navbeyna hiqûq û siyasetê de heke li gorî lihevkirina wê ya bi krîterên demokratîk re dahurînin, wê kedeke girîng lê bikin ku hem Kurd û hem jî Komara Tirkiyê ji pirsgirêkên giran ên ku dijîn, rizgar bikin. Di dîrokê de gelek cara hatiye dîtin ku hiqûq ji ber dozên girîng di veguherîna pozîtîf a dewletan de bi risteke mezin rabûne. Di veguherîneke wiha de, hiqûqa demokratîk a Ewropayê dikare bi risteke pozîtîf rabe. Divê dîsa diyar bikim ku ji bo Ewropayê geşedaneke bi vî rengî hem peywireke sincî û hem jî siyasî ye.
Di kana pirsgirêkên Tirkiyê û Kurdan de karîgeriyeke giran a nêzîktêdayinên dema mêtingeriya Ewropayê heye. Vê karîgeriyê, bêyî ku ji lez û giraniya xwe tiştekî kêm bike, heta niha jî hikmê xwe pêk aniye. Dema ku dibêjim, vê carê divê bi risteke pozîtîf rabe, qesta min jê ye ku vê karîgeriya xwe ya negatîf ji holê rake, ji bo vê jî peywirên xwe yên siyasî û sincî hem ji ber divêtiya PMME’yê û hem jî bêyî ku li dijî gewhera rerjîma demokratîk bikeve dûdiliyê, bi cih bîne. Ez bawer dikim ku parastina min rêyên çareseriyê yên bi vê hêlê wê ronî bike. Ne tenê ji hêla pirsgirêka Kurd ve, bi bermanhiyên şaristaniya Rojhilata Navîn ku şaristaniya Ewropa jî berhema wê ya dawî ye, bi senteza li ser hîmê pîvanên demokratîk ajotina ber bi dahurandinên erênî ve, bêhtir rasteqînî û rast dibînim, di vir de xwedî baweriyeke xurt im û bi vê nêzîkatiyê me.
DIJ EMPERYALÎZMA EWROPAYÊ YA RAZBER NE RASTEQÎNÎ YE
Hişmendî û çalakîtiya dij-emperyalîzm Ewropî ku ji serdema miliyetgiriyê maye û bêhtir xizmetê ji paşverûtiyê dike, rasteqîn û pêşverû nabînim. Ya ku divê were kirin ne ew e ku mirov dijminatiya li şaristiyan tev bide, divê mirov qebîliyetên wan ên sentezî yên li ser hêlên wan ên resen û azad derxîne holê. Bi vî rengî divê keda xwe li rêveçûna dîrokî ya bêhtir azadkir û dadmend bike. Encam û maneya ku parastina min xwe digihîniyê ev e. Hîç gumanê jê nabim ku dîroka azadiyê, bi afirandina wê wê mafdariyê bi dest ve bîne.
Wê bidome…