NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Tirk bi balafirên şer û helîkopterên Kobra bi şev saet di 03:00 de bombardûmaneke giran li qadên Prizê, Bergarê û Siyanê yên Garê kir.
Dagirkeran piştre hejmareke zêde leşker li qada Siyanê danîn.
Şerê ku li vê qadê di navbera gerîla û dagirkeran de dest pê kir, dewam dike.
Hêzên gerîla bersiv dan helîkopterên Kobra yên Gare bombe dikirin û li ser vê yekê helîkopter ji herêmê çûn.