NAVENDA NÛÇEYAN –
Li Rojavayê Kurdistanê dema ku şoreşê dest pê kir, Kurd ne li cem rejîma Sûrî ne jî li cem dijberên rejîmê sekinîn. Kurdan bi xwe eniyek ava kir û ev jî xeta sêyemîn bû. Mîmarê xeta sêyemîn jî Rêber Apo ye û ev jî xeta demokrasiyê ye. Xeta sêyemîn jî li Rojava ket pratîkê. Kurd û pêkhateyên bi wan re, li ser hîmê azadî û demokrasiyê tevgeriyan. Dewlet yan jî hêzeke navneteweyî nedan pişta xwe. Her tişt bi îradeya xwe kirin. Ev xeta sêyemîn hê jî di Şoreşa Rojava de heye û xelkê li wir li gorî wê dimeşe.
Rêber Apo ji bo çareseriya aloziya li Rojhilata Navîn di xeta sêyemîn de israr dike. Rêber Apo tîne ziman ku Rojhilata Navîn di nava agir de ye û çareseriya wê jî divê qewîn be, ev yek jî xwe dispêre hêza gelan û têkoşîna wan a xeta sêyemîn. Rêber Apo ji sala 2004’an ve di nivîs û hevdîtinan de li ser xeta sêyemîn nirxandinan dike. Ew dibêje, xeta sêyemîn xwe disipêre lêgerîna gelan a ji bo demokrasî û azadiyê. Her wiha di bingeha xeta sêyemîn de civak heye. Ev xet Serbixwe ye, azadî û demokrasiyê dihewîne. Yanî Sînoran esas nagire.
Rêber Apo tîne ziman ku xeta sêyemîn çareseriyeke demokratîk tîne. Ev yek dibe ku komar, welat yan jî civakeke demokratîk be. Di xeta sêyemîn de jî hêza Kurdan diyarker e. Ji ber ku ev hêz projeyeke tifaqa demokrasiyê ye. Yanî polîtîkaya dagirkeran a parçekirinê têk dibe. Gelan dike yek û wan tîne cem hev. Ev projeya li dijî kapîtalîst û mêhtingeran alternatîfek e. Rêber Apo dibêje, ji ber vê yekê ye ew îro bûye hedef û li Îmraliyê di tecrîdê de ye.
Eger em qala Rojava bikin, yekser Rêber Apo û projeya xeta sêyemîn tê bîra me. Ji ber ku Rêber Apo gelek salan li Rojava û Sûrî ma. Rewşa li Rojhilata Navîn ji nêz ve şopand. Çawa ku Amerîka di sala 2003’an de ket Iraqê wê demê şerê sêyemîn ê cîhanê dest pê kir. Rêber Apo di nirxandinên xwe de jî qala wan rojan dike û dibêje piştî wê rojê hêzên navneteweyî dest li Rojhilata Navîn werdan. Hêzên dagirker û navneteweyî bi vî şerî re Rojhilata Navîn veguherandin gola xwînê. Li Iraq, Sûrî, Efxanistan, Libnan, Pakîstan, Tirkiye, Yemen, Somalî, Misir û Lîbyayê encamên giran çêbûn.
Bi milyonan kesî jiyana xwe ji dest da û ewqas jî koçber bûn. Jiyana berê ya li wan welatan êdî ne wekî ya berê ye. Rêber Apo jî li dijî vî şerî projeya xeta sêyemîn derxist pêş. Ev xet jî dawî li wê parçebûn û qutbûnê tîne. Mînaka wê jî îro li Rojava heye. Kurd, Ereb û pêkhateyên li wê derê di nava jiyaneke hevpar de ne. Ev yek jî li hesabê hêzên navneteweyî û dagirkeran nayê. Lewma jî li dijî vê jiyana hevbeş, gelek êriş çêbûn. Emerîka û Rûsya ji bo ku şoreşa Rojava li gorî xwe bifesilînin gelek lîstik kirin. Mesela, Rûsya ji bo ku Efrînê pêşkêşî Dewleta Tirk bike fuzeyên S-400 firotin wan. Bi vî rengî polîtîkayeke şantajê li dijî rêveberiya Rojava meşandin. Êrişa li dijî Girê Spî û Serêkaniyê jî di encama hevkariya Erdogan û Trump de pêk hat. Ev polîtîka hê jî dewam dike. Ji bo ku Kurd dev ji xeta sêyemîn berdin, her rê û rêbazê diceribînin. Erê rast e, berdêlên giran hatin dayîn, bajarên Kurdan hatin dagirkirin, lê dîsa jî Kurdan dev ji xeta xwe ya sêyemîn berneda.
Îro jî rayedarên Dewleta Tirk li pey fen û fûta ne. Erdogan li aliyekî peyayên xwe dişîne Iraqê, li aliyê din hin peyayên xwe dişîne Elmanyayê. Ji bo ku karibe êrişek din bike hin bazaran dike. Mesele jî Kurd in. Dewleta Tirk di berdêla şerê li dijî Kurdan de, amade ye dest ji gelek tiştên xwe berde. Li ser vê siyaseta Dewleta Tirk çapemeniya Emerîkayê herî dawî nûçeyek belav kir. Malpera Bloomberg agahiyên ku hin çavkaniyên Tirk dane wan, parve kirin. Li gorî vê, di berdêla ku êdî Emerîka alîkariyê nede YPG’ê, Dewleta Tirk diyar kiriye ku ew di mijara fuzeyên S-400 de amade ne gavan bi paş ve bavêje. Ji bo vê mijarê jî ka Erdogan çawa wê Rûsyayê razî bike, ne diyar e. Lê tişta xuya dike ji ber ku xeta Erdogan tine ye, wê her tim li ber deriyan bigere. Geh li deriyê Emerîka, geh li deriyê Rûsya dixe. Lê siyaset û riya Kurdan zelal e û ew jî xeta sêyemîn e.
YENÎ ÖZGÜR POLİTİKA