NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsîyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyekê ragihand ku wan dijî êrîşên dagirkeriyê yê dewleta tirk a qirker fabrîkayek û gelek cihên aîdî faşîstan dane ber êgir.
Befirehiya daxuyaniya Înîsîyatîfa Zarokên Agir wiha ye:
“Wek Înîsîyatîfa Zarokên Agir li hember her cûrê êrîşên dagirkeriya Tirk emê hemû bajarên wan bikin topên ji agir. Ev dijminê dagirker û qirker ku tu sînoran nasnakê emê wan poşman bikin. Li hember hemû cûreyen teknîka sedsala 21. bi kibrit û çakmak em ê her tiştê aîdî faşîsten tirk di bajarên wan de dane bidin ber agir, encex bi vî rengî dijminê hov benê rê. Ji dîrokê heya niha tişta herî xedar û wek xançerekê ixanetê li gel dijmin de cih girtîne. Niha em van hevkaran û xwefiroşan didin ber agir. Dem dema TC û hevkarên kû mafê jiyana azad ji bo Kurd û Kurdistanê qabul nakin danê ber agirê. Ev dijminê hov kû li deşt, çiya û bajerên welate me de eriş dikin em wan dinav agirê tolhildanê de dişewitînin. Her Kurdê bi şeref û rûmet li cihê xwe bajarên tirkan dê her tiştên aîdî wan bidin ber agir, lastîkên seyareyen wan biteqînê, camên wan bişkînê, trafoyên wan bişewtînin, her roj bi xirab kirina aramiya wan sotînerbuyîna şerê li Kurdistanê bide nişandan.”
Naveroka Şewatan:
*10.02.2021 Li Balikesîr Gonen di qada O.S.B. de fabrîkaye Andronova Metalürji dokum metal A.Ş. hat şewitandin.
*10.02.2021 Li Samsun navçeya Bafra kamyonetêk bi agir bû xwelî.
*09.02.2021 Li Tekîrdax Malkara trafoyan tirkan hat şewitandin û be ceyran hat hiştin.
*10.02.2021 Li Eskîşehîr tirêkê aîdî Huseyin Turan kû AKP’lî yê hat şewitandin zararek maddi çebû.
*10.02.2021 Li Stenbol ŞÎşlî qada AVM a Maçka bi agirê tolhildanê ve hat şewitandin.
*10.02.2021 Li Enqere Altındax û Bilecîk Bozüyük 2 xanîyên metruk ji bo aramîya tirkan tek biçe hat şewitandin.