NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona DGH û DGK-H’ê derbarê êrîşên dagirker ên dewleta tc li ser Garê daxuyaniyek nivîskî weşand. DGH û DGK-H diyar kir ku êdî Şoreşa Kurdistanê teqez buye û bang tevahî ciwanên xwedî rumet kir da ku dakevin kolanan û dagirkeran ji xaka xwe pakij bikin.
Befirehiya daxuyaniya Koordînasyona DGH û DGK-H’ê wiha ye:
“Di şexsê Kurd û Kurdistanê gelên Rojhilata Navîn yê berxwedêr dibe armanca êrîşan”
Di salverga Komploya Navnetewi ku li ser Rêber APO, ciwan û jinên ciwan ên Kurd, di şexsê gelê Kurd li ser tevahî gelan pêkhatiye, li ser herêma Garê êrîşên dagirkeriyê destpê kiriye. Di daxuyaniya DGH û DGK-H’ê de hate diyar kirin ku “Di şexsê Kurd û Kurdistanê gelên Rojhilata Navîn yê berxwedêr dibe armanca êrîşan”.
Koordînasyona DGH û DGK-H’ê daxuyakirin ku KDP bi îxaneta xwe û çeteyên xwe li cem dagirkeran cihê xwe digre, û buye hevalbendê dewletên ku dixwazin Kudistanê tune bikin. Hate diyarkirin ku “Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê bi wan êrîşên xwe serkeftinên her çar perçên Kurdistan dike hedef. Dixwaze destpêkê Başûrê Kurdistanê û tevahî Ciwan û Jinên Ciwan ên Kurd pasîfîze bike, di oxira vê de her çûreyên êrîşên qirêj û komployan pêk tine.
Koordînasyona DGH û DGK-H’ê: “Bi salane Gelê Kurdistan dirûşemya “PKK Gel e, Gel li vir e” berz dike, ev nîşan dide ku her êrîşek li dijî Gerîlayê Kurdistanê û Tevgera Azadiyê, yekser dibe êrîşek li ser Gelê Kurd. Rastiya ku Gelê Kurd xwe bi fikir û felsefeya Rêber APO ji xweliye jinûve avakiriye bi wan êrîşan tê hedef girtin. Her çiqas tecrîd giran dibe, êrîşên li ser gelê Kurd jî girantir dibin. Serkêşê wan êrîşan îttîfaka faşîst a akp-mhp’ye û di bin siya wê de kdp bi îxanetekê xwe vedişêre. Ji sala par ve heta niha bi dorê êrîşî Xakûrkê, Heftanîn û niha jî Garê dikin. Gerîlayê Kurdistanê bi rihekî fedayî bersiva wan êrîşan dide, şikestinek mezin bi artêşa dagirker a tirk û çeteyên wê daye jiyan kirin.
Em wek DGH û DGK-H her çûreyê êrîşên li ser Gerîlayên Kurdistanê yekser wek êrîşên li ser Ciwanên Kurd û Jinên Ciwanên Kurd dibînin. Li ser her perçeyek axa Kurdistanê destpêkê Ciwan û jinên ciwan ên Kurd tên hedef girtin. Ji ber pêşengiya Şoreşê ciwan û jinên ciwan dikin.”
“Erka me ya demê, têkoşînek bê navbera heta Serkeftinê ye”
“Erka me a DGH û DGK-H ya demê ew ku em heta Serkeftinê têkoşînek bênavber bidin meşandin. Serkêşiya faşîzma tc’yê kî be bila bibe, kijan partî be bila bibe, cilê cuda lixwe kiriye, lê êrîşên wan li dijî Gelê Kurd tucarî nehatiye guhertin. Tucarî ji gotina “Kurdê herî baş, Kurdê miriye” venegeriyane. Em wek Ciwanên Bakurê Kudistanê, em ê serkeftinên Gelê Kurd ku yek jê Şoreşa Rojava ye û bi berdelek mezin ji aliyê Gerîlayê Kurdistanê hatiye bidest xistin biparêzin û dijî êrîşên li ser çiyayên Kurdistanê bibin xwedî têkoşînek bêhêmpa. Tiştê ji me tê xwestin ne tenê li berxwe dayine, serkeftin û azadiya Rêber APO a fîzîkiye. Em wek ciwanên fedayî yên Rêber APO û Gelê Kurd, heta serkeftinê bidest nexin, yek deqe nehêlin dijmin hîlmê bistine, ji bo vê em ê bibin xwedî têkoşînek bênavber.”
“Em Bang tevahî Ciwanên Şoreşger dikin da ku dakevin qadan”
“Şoreşa Kurdistanê êdî teqez buye. Heta ku dijminê me li Çiya û Bajarên Kurdistanê bên definkirin, em wek Ciwan û Jinên Ciwan ên Kurdistanê em ê her sazî û avahî, kesên ku di nava wan avahiyan de ji dagirkeriyê re çepîkan lê dide, ji dagirkeriyê re dibe alîkar, kdp û sempatîzanên wê ku xizmeta dagirkeriyê dike armanca me ne. Em ciwanên fedayî yê têkoşînek bêdawî ne. Wek şehîd Armanc gotiye, “Em di rêye wiha de ne ku êdî wûn nikarin me bidin sekinandin.”
“Ji bo hemû Yêkîneyên me ên Tolhildanê û Ciwanên Şoreşger ên Kurdistan û Tirkiyeyê bangawaziya me; Li ser axa Kurdistanê pêwiste yek şopa dijmin jî nemine. Her cihê dijmin û kesên hevkar armanca me ye. Ji ber vê em bang li tevahî Ciwanên Şoreşger dikin ku dakevin qadan. Pêwiste em axa Kurdistanê ji dijminê xwe re bikin dojeh. Em di serî de ji Rêber APO re, şehîd û gelê Kurdistanê re wek Ciwanên fedayî yê Kurdistanê soz didin ku emê têkoşînê bênavber bidomine heta ku em serkeftinê bidest bixin.”