AMED – Bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî a 15’ê Sibatê ya ku di şexsê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, li dijî Ciwan, Jinên Ciwan û tevahî Gelê Kurd pêkhatibû, li Amedê bi meşek meşaleyî hate şermezarkirin.
Ciwan û Jinên Ciwan di çarçoveya pêngava ‘Dem Dema Azadiyê’ li dijî tecrîda li ser Rêber APO li qadane û ji bo azadiya Rêber APO a fîzîk çalakiyan dikin.
Di vê çarçoveyê de ji bo şermezarkirin komploya navnetewî a 15’ê Sibatê û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber APO Ciwanên Amedê daketin qadan. Li navçeya Amedê a Yenîşehirê li kolana Ben û Sen Ciwanên Welatparêz meşek meşaleyî pêk anîn.
Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan bi dirûşemyên xwe kolanên Amedê hejandin. Ciwanan di meşa xwe a meşaleyî de dirûşmeyên wek “Ciwan fedayiyê Rêber Apo ne”, “Cîhanek bê Rêbertî em li ser serê xwe hilweşînin”, “Bi Can Bi Xwîn Em Ji Te Re Ne Ey Serok”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Fermandar Egîd jiyan dike, PKK şer dike” berzkirin û biryardariya xwe derxistin holê.