NAVENDA NÛÇEYAN – Meşa ku ji ciwanên Kurd, Elman, Katalan û Spanyayê li Elmanyayê bi dirûşma ‘Komploya Navneteweyî Şermezar Bikin, Ji Abdullah Ocalan Re Azadî’ 8 roj in dimeşin, îro daxuyaniyek hevpar dan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir. Daxuyanî berî meşa ku wê îro li Freîbûrgê dom bike, hate dayîn.
Daxuyanî bi sê zimanên Kurdî, Tirkî û Elomanî hate kirin. Di daxuyaniyê de ev hate gotin:
“Êrîş dewama komployê ye. Êrîşa li Garê ne êrîşeke ji rêzê ye. Ev êrîş ne tenê li ser têkoşîna azadiya gelê Kurd a PKK pêşengtiya wê dike ye, li dijî hebûna gelê Kurd azadî û jiyana demokratîk e. Heman demê ev êrîş li dijî destkeftiyên hemû Kurdistanê ne.
Li gorî daxuyaniyên HPG’ê navenda koodrîneya êrîşan ne li Tirkiye li Başûrê Kurdistanê dide nîşandan ku PDK jî di nav de ye. Daxuyaniyên rojên dawî rayedarên PDK’ê didin jî vê piştrast dike. Li şûna ku PDK ji bo yekîtiya netewî xizmet bike, cihgirtina wê ya li gel dagirker û piştevanîkirina êrîşan me dixe nava fikarên cidî. Divê PDK vê baş bizane ku derdê dewleta Tirk ne PKK û gerîla ye. Îro PKK biqede sibe dora Başûrê Kurdistanê ye. Yekan e derdê Erdogan bi hişmendiyeke neosmanî ye û dagirkirina Kurdistanê ye.
Ev êrîş enceq bi pradîgmaya fîlozofê serdemê Rêber Apo pêkan e. Îro ji Başûrê Efrîqa bigire heta Asya, Ewropa û Rojhilata Navîn bi milyonan kes vê felsefeyê weke rizgarî dibînin li ser lingan in. Beşên ku ji bo azadiya Rêber Apo di nava liv û teverê de ne, bi armanca piştevaniya bi gelê Kurd re divê li diî dagirkeriya Tirk rabe.”
Di roja îro de di qada navneteweyî de bi qasî ti demê dîrokî îro piştevaniya gelê Kurd tê kirin. Meşa me jî berhema vê yekê ye. Ji bo vê divê partî û rêxistinên Kurdî encam bigirin, yekîtiya netewî pêk bînin, divê li dijî êrîşên derve bi ruhê hevpar tevger bikin.
Di serî de bang li beşên sosyalîst, şoreşger, ekolojîst, femînîstên li cîhanê û hemû beşan dikin ku li gel gerîlayên ku parastina pardîgmaya azadiya jinê, ekolojîk û demokratîkê dikin, li dijî êrîşên Garê li ber xwe didin, cih bigirin.”