NAVENDA NÛÇEYAN – Medya desthilat a Başûr û hinek dezgehên îddîa dikin ku muxalif in, li hember êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li dijî gerîlayên PKK’ê û axa Başûrê Kurdistanê, bêdeng in. Balkêş e ku piraniya van dezgehên ragihandinê daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ya der barê êrişa dagirkeriyê ya ser Garê de dan, lê ti dezgeheke ragihandinê daxuyaniya fermî ya HPG’ê ya der barê êrişa ser Garê de nedît!
Hinek dezgehên ragihandinê jî di bin navê bêalîbûnê de, bi heman mesafeyê nêzî daxuyaniyên dewleta Tirk û Tevgera Azadî ya Kurdistanê dibin. Ji derveyî şopandina şer û berxwedana li Garê û dayîna nûçeyan, cih ji nêrîna rewşebîran, aliyên siyasî û nerazîbûnên gel re di ragihaninê de nadin.
Ragihandina PDK’ê ku timî rewatî bi êrişên Tirkiyeyê dide, di van rojan de bêdengî hilbijartiye û hewl dide bi vê bêdengiyê rola PDK’ê ya di dagirkeriya Tirk de veşêre û nerazîbûnên gel ên dijî PDK’ê nerm bike an jî veşêre.
ROJ NEWS‘ ê hat girtin.