WAN – Di şexsê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de, Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li dijî gelê Kurd, bi taybetî ciwan û jinên ciwan ên Kurd û hemû gelan hate kirin. Li girtîgehan li dijî tecrîda 22 salan a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de grevên birçîbûnê hatin destpêkirin û îro jî di roja 79. de didome.
Her ku xwepêşandan didome û Komploya Navneteweyî ya 15 Sibatê nêz dibe, dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Garê ya li Basurê Kurdistanê qaşo operasyonek da destpêkirin. Dewleta dagirker a ku bi berxwedana gerîla re rû bi rû maye û bi windahiyên mezin hatiye pelçiqandin, hewl dide bi bombebaranan encam bigire.
Ciwan û jinên ciwan li gelek qadan li dijî komploya 15’ê Sibatê û operasyonên dagirker daxuyanî û protesto kirin û 15’ê Sibatê şermezar kirin û anîn ziman ku ew ê li hemberî êrîşên li dijî qadên gerîla çi ji destê wan were ew ê bikin. Di vê wateyê de, nûçeyek din ji ciwanên welatparêz ên Wan hat.
Ciwanên Welatparêz li Bostanîçiya Wanê de derketin kolana, slogan avêtin û fîşekên hewayî teqandin. Ciwanan meşa xwe ya meşaleyî bi dıruşmên “Bimre Komploya navnetewî” , “Bijî berxwedana Zîndana” , “Bê Serok Jiyan nabe” , “Bijî Serok Apo” û “Bi can bi xwîn em ji te re ne ey Serok” ve qedandin.