KOBANÊ – Ciwanên Herêma Firatê bi Şiyara “Dem dema Azadiyê ye, Emê teqez Serbikevin” ve meşa dirêj dane destpê kirin.
Li dijî komployê li seranserê cihanê û her çar perçeyên Kurdistanê bi pêşengtiya ciwanan de çalakiyên protestoyî pêk tên.
Îro jî ciwanên herêma Firatê li dijî Komploya Navnetewî ya li ser Rêber Apo hate pêkanîn li Kobanê meşeke dirêj dane destpê kirin.
Ciwana meşa xwe bi daxuyaniyekî ve da destpêkirin.
Daxuyanî wiha ye:
Weke tê zanîn em dikevin salvegera 22’emîn a komploya navneteweyî ya li ser Rêberê neteweya demokratîk, Rêber Apo. Di vê komployê de xwestin di kesayeta Rêber Apo de, tevahî Gelê Kurd esîr bigirin, ji ber ku Rêber Apo li hemberî desthilatdariya herêmî û cîhanî bi fikrekî nû û felsefeyek nû li hemberî vê desthilatdariyê têkoşîn kir û di hewldana rizgarkirina neteweyî de bû ji ber vê bi fen û xefkên dewletan bi, Rêber Apo dîl girtin.
Weke îro jî em dibînin di 10’ê Sibatê de li ser Çiyayê Garê êrîşek leşkerî dest pê kiriye, dewleta tirk dixwaze her tim li ser kurdan dîrokê dubare bike. Di 9’ê cotmeha 2019’an de ango dîsa salvegera destpêka komployê ya 1998’an de dewleta tirk bi çeteyên xwe êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kirine, îro jî dîsa bi piştgiriya PDK’ê êrîşî Garê dike ev jî dîsa tê wateya berdewamiya komployê.
Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojava li herêma Firatê em li hemberî vê komployê tucarî bê deng namînin. Em ê dinyayek bê Rêber Apo li ser dagirkeran û îxanetkara hilweşînin. Dem dema azadiyê ye dem dema hilweşandina dewleta tirk û hevkarên wê ye. Em bang li hemû ciwanan ên li çar perçeyan û derveyî welat dikin ku em li Rêberê xwe û Gerîla xwedî derbikevin û bi hestên neteweyî tevlî nava berxwedana dîrokî bibin, li hemberî vê dagirkeriyê şer bikin agirê serhildanê geş bikin û em soz didin em ê bi Rêberê xwe re di welatekî azad de azad bijîn.”
Meşa ku li Gundê Rovî destpekir yê heta di roja 15’ê Sibatê berdewam bike.