ŞEHBA – Li dijî komployê li seranserê cihanê û her çar perçeyên Kurdistanê bi pêşengtiya ciwanan de çalakiyên protestoyî pêk tên.Îro jî ciwanên Şehbayê bi heman armancê meşiyan.
Meşa ciwana Tik Qirahê destpêkir û heta pêşiya Saziya Malbatên Şehîda berdewam kir. Destpêka meşê de li ser navê ciwana Şiyar Efrîn axivî.
Şiyar Efrîn wiha got:
“Ev 23 sale Rêber Apo berxwedana xwe didomîne. Her welatek Serokekî xweyê dîrokî heye. Che Guevera de heta Nelson Mandela Rêberên Dîrokî gelên xwe re pêşengtiyê dikin. Rêber Apo jî him Pêşengê gelê Kurde him Jî pêşengê gelan e. Ji ber vê sedemê li dijî Rêber Apo Komplo pêk hat. Em wek ciwanên kur li dijî komployê berxwe didin û komployê şermezar dikin.”
Meşa ciwana ji aliyên şêniyên herêmê jî hat xwedî liderketin û gelek kes tevlî bû.
Meş herî dawî bi sloganên “Bimre komploya navnetewî, Bijî berxwedana Garê û Bijî Serok Apo”ve qediya.