NAVENDA NÛÇEYAN – Li Maxmûr, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê û operasyona dagirkeriyê ya li dijî Garê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve di 10’ê Sibatê de destpêkir, meşek mezin pêk anîn.
Meşa ku di şehîdgehê de destpê kir heya Navenda Çand û Hunerê berdewam kir. Li ser navê ciwanan li vir endama Yekîtiya Jinên Ciwan Ciwana Guneş daxuyanî xwend. Piştê daxuyaniyê sînevîzyon hate temaşekirin.
Daxuyanî wiha ye:
“JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTİ RE!
Em Komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ku herî zêde pêşeroja me ciwanan, mirovahiya mezin û gelê me dixwazê ji holê rakê, hêviya me bişkînê û îradeya me ya hebûnê tasfiye bike lanet dikin. Em dikevin 23’yemîn salvegera Komploya Navnetewî ya ku di 15’ê Sibata 1999’an de Rêber Apo hatî dîlgirtin. Em vê dîroka qîrkirinê, roja reş ya ku di kesayeta Rêbertiya me de li hemberî hemû gelê me û herî zêde jî li hemberî ciwanan hatiye pêşxistin jibîrnakin û nadin jibîrkirin.
Em dubare komploya 15’ê Sibatê ya ku li hemberî mîmarê hêviyê mirovahiya mezin, pêşeroja jiyana jin û xortên ciwan Rêber Apo û li hemberî vîna azad jiyankirina me hatiye kirin lanet dikin. Em destpêkê çalakvanên ku di 9’ê Cotmehê de bi şîara “Hûn Nikarin Roja me Tarî bikin” li zîndanan di pêşengtiya rêheval Xalît Oral û Aynur Artan de destpêkirine û li derdora Rêbertiya me veguherîn xelekek ji agir bi mînnet û rêzdarî bibîrtinin. Em soza ku me daye wan dubare dikin. Bi hişmendiya, ‘ciwan fedaiyên Rêber Apo ne’ bang destpêkê li ciwanên Kurd, hemû ciwanên cîhanê dikin ku li derdora Rêber Apo yê ku bûye Rêberê gerdûnî yê hemû ciwanan li hev bicivin û ji bo azadiya Rêber Apo pêkbînin bang dikin ku têkoşîn bimeşînin.
Em dubare bang li yên ku dixwazin pêşeroja me li zinarên Îmraliyê çarmix bikin, yên ku dixwazin me ciwanan di nav tirsê de bifetisînin, yên ku bi tarîkirina Roja me re dixwazin me mahkumî tarîtiyê bikin re; wekî ciwanên Maxmurê, ne berê ne jî îro me bi tu awayî hêviya xwe ya bi Rêbertiya xwe re jiyankirinê winda nekiriye, ji vir û şûnve jî em destûr nadin ku hêviya me were şikandin. Wekî berê îro jî em ji meşa xwe ya berbi pêşeroja azad ya bi Rêbertî û tevgera xwe re jê nevegerîn û jê navegerin. Sibê na, îro em azadiya Rêbertiya xwe pêkbînin û di nav mirovahiya cîhanê de bi cihê xwe girtinê re biryardariya di Kurdîstaneke azad de jiyankirinê dubare dikin. Di vê wateyê de em diyar dikin ku em ji peywîrên ku dikevin ser milê me re amede ne.
Em wekî ciwanên Maxmurê, pengava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ a ku partiya me di pêşengtiya gerîla de daye destpêkirin, heta ku em azadiya Rêbertiya xwe pêkbînin bi hemû hêza xwe ji her alî ve tevlîbûna wê, pêşêngtiya wê û bi fedaîyane rêvebirina wê em ê bimeşînin. Bi taybetî em diyar dikin ku di demeke wiha de li hemberî dewleta Tirk ya faşîst a dagirker ku li Garê êrîşî gerîla dike em amedene ku li rex gerîla cih bigirin, em bîryardarî û îradeya xwe carekedin dubare dikin ku bi gerîla re heta ku em dagirkeran ji ser xaka Kurdîstanê biqewîtinin em ê têkoşîn bimeşînin. Em careke din tînin ziman ku bîryardariya me a li hemberî komplogeran, dagirkeran, îxanetê û her cure paşverûtiyên ku li ser mirovahiya mezin û taybet me ciwanan dispêrin em ê li hemberî van têkoşîna xwe ya azadiyê bilind bikin û biserkevin.
Bimrê îxanet û hevkarî!
Bimre Komplogerî!
Bijî Serok Apo!”