NAVENDA NÛÇEYAN –
Yeko ARDIL nivîsand
Qedera Kurdistanê her ku diçe dişibe Vîetnamê. Vîetnam jî bi heman rengî weke Başûr û Bakur hatibû parçekirin. Di salên şerê sar de cara duyemîn herdu aliyên serdest yên cîhanê li wir dihatin hemberî hevdu. Weke tê zanîn cara yekemîn li Koreyê şer kiribûn û koma dagirker a di bin serpereştiya Emerîkayê de têkoşîna dagirkirinê wenda kiribû.
Vîetnam jî di dîrokê de ji aliyê gelek hêzên mezin ve hatibû dagirkirin. Ji Çînê û Japonyayê heta bi Fransa û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê xwe yek bi yek lê ceribandibûn. Di encama têkoşîn û şerê dûr û dirêj de komunîstên Vîetnamî bi serokatiya Ho Shi Min karîbûn bi ser bikevin. Lê Emerîkayê ew serketin qebûl nedikir. Li gorî Truman ku nimûneya teoriya domînoyê dida, ew şoreş wê pêl bi pêl li cîhanê hemûyî belav bûbûya û pergala maldaran bixista tengasiyeke mezin. Vîetnamiyan li ber xwe da. Emerîka bi hêza xwe hemûyî û bi desteka dewletên din yên hevpeyman, êrişî wê derê kir. Dibe ku cudahiya mezin a di nav Kurdistan û Vîetnamê de hebûna her du komên serdest ên cîhanî bûn. Koma ji dewletên sosyalîst pêkhatî jî alîkariya gelê Vîetnamê dikir. Li wir jî Başûr hevkarê dagirkeran bû. Weke xuy, xislet û hişmendiya hevkarên wan hemûyan jî bi hêza xwe hemûyî alîkariya dijminan dikir û li hemberî welatparêzan şer dikirin. Li gorî wan jî welathezên herî rastîn û jidil ew bûn, yên komunîst hevkarên dewletên çepgir bûn. Lê rastiya dîrokî ne wisa bû û encam jî bi dilê wan pêk nehat. Şoresgerên Vîetnamî û gelê berxwedêr destaneke nayê jibîrkirin, nivîsandin. Di encama şer de bi qasî 60 hezar leşkerên Emerîkayê hatin kuştin. Bi tevahiya hêza xwe ya serdest, li gel napalm û sîlehên kîmyewî, li gel êşkence û wêrankirinên nedîtî jî nekarîn bi ser bikevin. Di wî şerî de gelek rêbaz li dijî gerîlayan cara yekemîn hatin ceribandin. Mirov dikare bibêje, ji wî şerî di destê dagirkeran de ew destketî bi tenê man. Kuştiyên Vîetnamiyan bi milyonan bûn, lê ew bi ser ketin.
Rêberê Şoreşa Vîetnamê Apê Ho derbarê serketina gelê Vîetnamê de digot, “Di serketina me de aliyê herî diyarker ev e ku gelê me bi hêza xwe ya esasî şer kir. Yên karîn çekan hilgirin, yên nekarîn dar û bivir hilgirtin û bi awayên cûrbicûr êrişê dijminan kirin. Em wisa bi ser ketin.”
Niha li Kurdistanê dîrôk carekî din xwe dubare dike. Kurdistan her çiqas çar parçe jî be, weke Bakur û Başûr lê hatiye. Herdu parçeyên din û Kurdên cîhanê hemû jî dûr an jî nêz, xwe li dora wê dabeşkirinê girtine. Bivê nevê, yan jî ji xwe re xeyalên ûtopîk jî çêkin, rasterast yan jî bi terzekî dîtir di bin siya yekî ji wan aliyan de ne. Divê kes xwe nexapîne. Şoreşa ku li Bakur dest pê kiriye û li tevahiya dinê jî bandora xwe kiriye li Kurdistanê zelaliyeke ramanî jî pêk aniye. Li gorî vê, kes û kom an li dijî dagirkeriyê ne yan jî her çi dibe bila bibe, ew li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin û dikevin xizmeta dagirkeran.
Hin kesên ku qaşo bê alî ne û dibêjin, “Nabe hûn şerê nav Kurdan sor bikin” jî mixabin alîkariya rêveberiya Başûr a hevkar û ya dijminan dikin. Eger li hemberî dagirkeran û hevkarên wan gotineke we jî tinebe, hûn nikarin ji vê rastiyê birevin.
Her çiqas berdevkê KDP´ê daxuyakirin ku ew di şer de ne alî ne jî gelê Kurd û raya giştî ya cîhanê ne kerr û kor in. Êrişa dawî ya li dijî herêma Garê kengê, li ku û çawa hate amadekirin. Wezîr Akar beriya bi hefteyekê li wir bû. We çi gotûbêj kir? Wezîrê parastinê û pisporê şerê taybet serdana Bexda, Hewlêr û Berlînê dike, ew li wan deran bazara kartol û bacanan dike gelo? Binihêrin sê navendên herî girîng ên şerê li dijî şoreşê ew der in.
Mirov dikare pirsan lê zêde bike. Ji dagirkrina herêma Zînê Wertê heta êrişên li derdora Amêdiyê û têkbirina rêveberiya Şingalê wisa jî zilma li ser wargeha Mexmûrê, gelo hûn dikarin bersiva kîjan pirsê bidin? Ew leşkerên dijmin ji hewa û ji bejahiyê ve di ku de xwe digihînin herêmên şoreşê?
Fermo bersiva van pirsan bidin û rûyê xwe li hemberî raya giştî ya cînanê û gelê Kurd spî bikin. Axaftina sosret û şermezarî ya Mesrûr Barzanî ku got, “Eger gerîla nebe Tirkiye pêdivî bi êrîşan nabîne.“ Mîna lekeyekê derbasî ser rûpelên dîrokê bû.
Rastî ev e, malbata Barzanî jî karê xwe yê dîrokî dike. Karê wan jî bi hevrengiya Başûrê Vîetnamê ye. Lê divê ji bîr nebe ku di encama şer de xanedana hevkar a Başûrî li wir têk çû, tac û textên wan belawela bûn. Niha welatê Vîetnamiyan yek e û navê Saygona hevkar jî Ho Shî Mîn e.
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA