NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Serhildan Garzan daxuyanî dan û gotin, ”12’ê Sibata 2021’an bi şev saet li derdora 21:10’an hêzên me yên milîs bi çekan û bi bombeyên destan çêkirî çalakî li dijî qereqola çarşiyê ya navçeya Sûrê ya Amedê û du kulubên nobedar de kirine, ku ev kulube du kuçe jêra qereqolê bûne.”
Komîteyê bal kişande ser êrîşa dagirkeriya Tirk a li ser Garê û got, ”hêzên milîsên me yên yekbûyî wê şerê şoreşger bibe her şaneya bloka faşîst, her cihî, li metropoloan bibe şevreşka faşîzmê.”
HBDH’ê diyar kir hêzên komploger di salvegera komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê dixwazin êrîşan girantir bikin û got, ”Hêzên komploger divê zanibin ku vîna Mahîr Çayan ku dibêje, ”Em hatine vir ne ji bo ku vegerin, ji bo ku bimirin” û ya Mazlûm Dogan ku gotî, ”Sond dixwim, li nav vê tarîtiyê ez ê bibim ronahî”, di haveynê hêzên me yên şoreşa yekbûyî de, weke şevçiraxa gelên çewisandî ji destan dikeve destan.”