KOBANÊ – Meşa Ciwanên herêma Firatê ya ku li dijî komploya 15’ê Sibatê dabû destpêkirin di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike.
Meşê ji çerxerêya gundê Rûfî ku 10 km li başûrê Kobanê ye, dest pê kir.
Di destpêka meşê de, Tevgera Ciwanan daxuyaniyek ji raya giştî re da, di daxuyaniyê de banga bilindkirina têkoşînê li dijî dagirkeran kirin.
Piştî daxuyaniyê, meş bi tevlêbûna bi sedan ciwanên herêma Firatê dest pê kir û do êvarê navçeya Til Xezalê navber dabuyê.
Îro meşê destpêkir û ciwan ber bi Şêranê dimeşin.