DÊRÎK –
Li dijî komployê li seranserê cihanê û her çar perçeyên Kurdistanê bi pêşengtiya ciwanan de çalakiyên protestoyî pêk tên.
Îro jî ciwanên Dêrîkê bi heman armancê meşiyan. Meşa Ciwana li Qada Şehîdan destpêkir û heta Konê Seferberiyê berdewam kir.Şêniyên herêmê jî eleqeyeke mezin nîşanê meşê dan û gele kes cihê xwe tê de girt.
Li ser navê ciwanan Jina Ciwan Ya ku bi navê Ayda Cuma daxuyanî xwend û wiha got:
“Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan komploya navnetewî şermezar û nelet dikin. Em wek ciwana li dijî êrişên garê helwesta xwe zelalin. Li dijî êrişên dagirkeriya Tirk emê Şerê Gelê Şoreşgeriyê esas bigrin. Ji bo serkeftinê divê em bibin yek. Rêber Apo li Îmraliyê berxwedaneke dîrokî dimeşîne. Ji ber vê emê jî xwediyê rêbertiya xwe derkevin.
Dewleta Tirk ya dagirker bi dîlgirtina Serokatî ve dixwaze PKK’ê têk bibe lê fikir û ramanên Serokatî li ser riyê cihanê belav buye. Êdî têkçuyin ne mimkune. Dijmin jî vêya baş dizane.
Wek civanên Dêrikê em komployê disa şermezar dikin û li ser xeta Rêber Apo de soza meşandinê didin.”
Meş herî dawî bi sloganên “Bimre komploya navnetewî, Bijî berxwedana Garê û Bijî Serok Apo”ve qediya.