KOBANÊ – Roja yekem a meşê ji gundê Rufî, 10 km başûrê Kobanê, dest pê kir. Di destpêka meşê de Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan daxuyaniyek da raya giştî û banga xurtkirina têkoşînê li dijî dagirkeran kir, û meş bi beşdariya bi sedan ciwanên herêma Firatê destpê kir.
Meşa ciwanan, ku îro di roja xweya duyemîn de berdewam dikir, ji raya giştî re bal kişand ser xwe. Meşa dirêj, ku îro bi coş û moralek mezin berdewam dikir, êvarê roja duyemîn li pey xwe hişt.
Roja duyemîn de meşa dirêj a ku serê sibê li Til Xezalê dest pê kirî bû ber bi êvarê li Şeranê qediya. Tê zanîn ku meşa Ciwana Sibê yê berdewam bike û xwe bigihîne Kobanê.