LAVRIO – Piştî daxuyaniya KCK’ê li Lavrio ya Yewnanîstanê şahiyek hate li dar xistin.
Di pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan de di çarçoveya daxuyaniya KCK’ê de li Lavrio ya Yewnanîstanê şahiyek hate li dar xistin.
Artêşa Tirk a dagirker li Garê têk çû û bêyî ku li paş xwe binêre reviya. Di vê çarçoveyê de, piştî ku KCK ragihand ku piştî vê berxwedanê, ku serkeftina hemî Kurdan e, divê 4 perçên Kurdistanê û hemî Kurdên li derveyî welêt vê berxwedanê mîna betlaneyek pîroz bikin, ciwanên li Lavrio, çalakvanên greva birçîbûnê û gel silav da Serkeftina Garê.
Di şahiyê de timûtim dirûşmên “Bijî berxwedana Garê” û Bijî berxwedana HPG” hatin avêtin.