NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarên Lavrio yên Yewnanîstan û Til Rifat ên Şehba, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Xwendekarên Demoqratîk sînevîzyonên ku têkildarî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de amade kirî bû, hatin temaşekirin.
Bi komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê re, di serî de ciwan û jinên ciwan, di şexsê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de gelê Kurd hate xwestin ku were girtin û tine kirin. Li Kurdistan û gelek deverên cîhanê, komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi çalakî û xwepêşandanên bi pêşengiya ciwanan hate lanet kirin. Xwepêşandan û çalakiyan îro jî berdewam kir.
Til Rifata Şehbayê de xwendekaran mekteban de sînevîzyoneke ku derqê 15’ê Sibatê de hatiye amadekirin temaşekirin.
Li aliyê din, li Lavrioya Yewnanîstanê, sînevizyonek ku di bin pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan de têkildarî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê hati bû amadekirin, hate temaşekirin.
Sînevîzyon bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Partîya Karkerên Kurdistan” bi dawî bû.