KOBANÊ – Meşa Kobanê ya ku li dijî komploya navnetewî Ciwana dabû destpêkirin berdewam dike.
Meşa ku 3 rojan berdewam bike de me wek Ajansa Nûçe Ciwan nêrînên ciwanên tevlî çalakiyê bûne girt.
Hecî el Şiblî ji ciwanên Reqqa yî: “Em îro ji hemû bajaran hatin bajarê Kobanê, bajarê berxwedanê. Ji bo şermezarkirina dîlgirtina serok Abdullah Ocalan. Her wiha em bang li hemû saziyên mafên mirovahiyê ku serok Apo ji zindanê derxin.”
Jina ciwan ya ku bi navê Solîn wiha got:
“Ev du roje em dimeşin. Me li gundê Rofî destpêkir û roja yekemîn Til Xizalê de qedand. Roja duyemîn de emê xwe bigihînin Şeranê. Em ji bo şermezarkirina komployê û ji bo azadiya Serokê xwe dimeşin. Em wek jinên ciwan û tevgera Ciwanên Şoreşger bi coş dimeşin. Emê heta dilopa xwîna xwe ya dawî berxwebidin û Serokê xwe azad bikin.”
Cûdî Turkmen yek ji ciwanên Girê Spî got ku: “Destpêkê de moralê me gelek xurt e. Me meşa xwe ya ciwanan di roja 2.de ji gundê Til Xezal destpê kir. Û di dawiya roj de em gihiştin navçeya Şêranê. Em tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin. rêberê APO rêberê mirovahiyê ye.”
Ciwanê ku bi navê Elî Ehmed Elî yê ku Kantona Kobanê jî diyar kir ku:
“Armanca me dengê xwe gihandina alemê ye. Em azadiya gelê kurd dixwazin. Azadiya Gelê Kurd azadiya Rêber Apo de derbas dibe. Cara yekem dixuyê ku yê di nava Kurdan de yekitiyek ava bibe. Dewleta Tirk dijminên Kurda ye. Naxwaze ev yekitî ava bibe. Ji ber vê eriş dike. Em wek ciwanên Kobanê êmê bi vê armancê her tim di nav tevgerê de bin. Heta ku Serok Apo azad bibe.”
Meş yê îro gihîştina ciwana yê Kobanê biqede.