AMED – Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest ji ber Buroya Navenda Giştî ya Amedê ber bi Meclîsa Dayikên Aştiyê bimeşe. Polîsan ji serê sibehê ve bi wesayîtên zirxî dora Navenda Giştî ya DBP’ê girt.
Hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir tevî parlementerên HDP’ê dest bi meşê kirin. Polîsan koma meşvan asteng kir. Piştî nîqaşên dirêj komê dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Çalakiya rûniştinê didome. Dema gel bi sloganan 15’ê Sibatê protesto dikir, polîsan êrîşî gel kir.