QAMÎŞLO –
Şêniyên Qamişloyê di pêşengtiya ciwanan de komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî Bi dirûşmeya “Azadî û dadmendî ji bo Rêber Apo” şermezar kirin. Meş ji çerxereya Sîvan hat destpêkirin û li ber navenda Netewên Yekbûyî (NY) veguherî mêtîngê. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsa “Soza me em pergala Îmraliyê hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn” hatin hildan.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziya Mihemed axivî û got, “Em komploya navneteweyî li ser Rêber Apo şermezar dikin. Armanca komployê ew bû ku îradeya Gelê Kurd bişkîne, li hemberî vê komployê gelê me serî netewand û ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşiya. Dewleta tirk bi hatina 15’ê Sibatê re salvegera komployê dest bi operesyonê kir û êrîşî herêmên parastina medyayê kir. Bersîvdayina vê êrîşê valaderxistina komployê da nîşandan û dijmin têk çûn. Ji bo azadiya Rêber Apo em ê her di nava têkoşînê de bin.”
Meş bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.