KOBANÊ – Li dijî komploya navneteweyî li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Ciwanên Herêma Firatê meşa dirêj li dar xistî bû. Meş di roja xwe ya 3. de gihîşt Kobanê. Gel ciwan bi awayekî coş pêşwazî kirin û meş ziviri mîtîngê.
Di meşê de wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên şoreşger, Yekîtiya Jinên ciwan, Kongreya Star û pankertên bi nivîsa” Şoreşa Rojava hisab ji komplogeran dixwaze”, “Dem dema azadiya Rêber Apo ye” hatibûn hildan. Meş ji destpêka kolana şehîd Sarya (48)’an hat destpêkirin û li qada Jina Azad rawestiya. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan ya Herêma Firatê Eyşe Efendî axaftin kir.
`Bi yekbûna gelan em ê bi serkevin`
Eyşe da zanîn ku bi yekîtiya gelan wê komplo bê têkbirin û wiha got: “Îro dîsa em li vir li kela berxwedana Kobanê li hevdû civiyane, ev yekbûna gelan wê serkeftinan bi xwe re bîne. Bi xwîna zarokên Kobanê û tevahî kesên ku canê xwe feda kirin, Kobanê hat rêzgarkirin. Îro em ê dîsa bi hemû hêza xwe bi yekbûna van gelan em ê Rêberê xwe azad bikin. Bi rihê ciwanan em ê azadiya Rêber Apo misoger bikin û tevahî gelên azadîxwaz bi hev re jiyaneke bi ewle û hevbeş bijîn. Rast e bi fêzîkî Rêber Apo girtî ye, lê fikir û felsefeya wî di nava cîhanê de belav bûye. Îro her kes li ser wê fikira Rêber Apo dimeşe. Ji bo vê jî em ê her li pey xeta wî bin.”
Meş bi dirûşmeya “Bê Serok jiyan nebe” bi dawî bû.