ŞEHBA – Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan, Kongra Star û Meclîsa Kantona Efrînê bi boneya salvegera 22’emîn komploya navnetewî li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û bi dirûşma “Êdî bes e ji tecrîd, înkar û îxanetê re, dem dema azadî û têkbirina komploya 15’ê Sibatê ye” meşek li darxistin. Di meşê de şêniyên Efrîn, Şehba, endamên sazî û dezegehên sivîl, Rêxistina Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) amade bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsa “Em komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin”, “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye” hatin hildan. Meş ji dibistana Mûşet hat destpêkirin û heta qada navçeya Fafînê dewam kir. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî cangoriyên azadiyê, li dengê Rêberê PKK’e Abdullah Ocalan ku behsa dîroka Kurdistanê dike û çawa sîstemên desthilatdar hewil dana ku dîroka Kurdistanê bi rêya avakirina dewletan tune bikin, hate guhdarkirin. Paşê Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokartîk (PYD) Hediya Yûsif, axaftin kir.
Hediya Yusuf di axaftina xwe de bal kişand ser komployê û wiha got,” Salvegera 22’emîn komploya navnetewî ya ku li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatiye meşandin, şermezar dikim. Armanc ji meşandin komploya li ser Rêber Apo têkbirina vîna gelan e. Komplo di sala 1998’an de nehatiye destpêkirin, lê belê ji kêliya ku Rêber Apo projeya demokrasî û azadiyê derxistiye dest pê kir û heta roja me ya îro didome. Dewama komployê de niha li Şengal, Rojava û başûrê Kurdistanê tê kirin. Ya ku dihêle Gelê Kurd li hember hemû pilan û şeran li ber xwe bidin, hebûn û fikirên Rêber Apo ne.”
Meş bi dirûşma “Bijî Rêber Apo” bi dawî bû.