ÇİLAXA – Li ser bangawaziya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan sedan şêniyên Çilaxa bi meşeke girseyî Komploya Navnetweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku bêdengiya xwe ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û ferzkirina tecrîdê li dijî rêber Abdullah Ocalan, derkevin.
Meşvan li qada navendî ya navçeyê kom bûn û piştre tevî hildana panktarên”Na ji bêdengiya navneteweyî re” li kolanên sereke gerîn.
Meşvan li Qada Kerac a bakurê navçeyê rawestîn û piştre endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Muna Yûsif destnîşan kir ku gelek dewlet beşdarî komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan bûn, da ku vîna gelê Kurd bişikînin û wan ji fikirê demokrat a azad a rêbertî bitirsînin, lê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe spartiyê vê fikirê.”
Her wiha endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) a herêma Cizîrê Sirûr Şetê axivî ku rêya berxwedanê çareya yekane a sekna li hember dewleta Tirk a dagirker e.
Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana rêbertî ya li Îmraliyê û banga serbestberdana rêbertî bi dawî bû.