NAVENDA NÛÇEYAN – Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, li gelek bajarên Fransayê û li bajarê Stûttgartê bi çalakiyan hate şermezarkirin.
Li herêma Vîllîer le Bel a paytexta Fransa Parîsê, li du navçeyên Marsîlyayê û li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê komploya navneteweyî bi çalakiyan hate şermezarkirin.
VÎLLÎER LE BEL
Li banliyoya Vîllîer le Bel a paytexta Fransa Parîsê, aktîvîstên TCŞ û TÊKO-JIN’ê bi dirûşma ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, bi hev re serhildan’ meşeke meşaleyî li dar xistin.
Di çalakiyê de komploya navneteweyî hate şermezarkirin û berxwedana Garê hate silavkirin.
Çalakgeran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hildan û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Garê”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Lîberte poûr Ocalan” qîriyan.
Piştî meşa saetekê girseya gel hatin ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û piştî daxuyaniya li vê derê dawî li çalakiya xwe anîn.
MARSÎLYA / SAÎNT JOSEPH
Li taxa St. Joseph a Marsîlyayê ciwanan di çarçoveya pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, bi hev re serhildan” çalakî li dar xistin.
Ciwanan pankarta bi nivîsa “Lîberte Ocalan” hildan û bi posterên Abdullah Ocalan û alên PKK û TCŞ’ê li nava bajêr meşiyan.
Di meşa bi meşale de ciwanan dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Garê” qîriyan.
MARSÎLYA / BELLE DE MAÎ
Qadeke din a çalakiyê ya li Marsîlyayê, qada Belle De Maî bû.
Di meşê de ya bi meşaleyan hate lidarxistin, dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla” û “Lîberte poûr Ocalan” hatin qîrîn.
STÛTTGART
Komploya navneteweyî li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê hate şermezarkirin.
Meşa bi meşaleyan di çarçoveya pêngava “Bi hev re serhildan” de pêk hat û li gel şermezarkirina komploya navneteweyî, serketina li Garê jî hate silavkirin.
Ciwanan alên PKK, KCK û pankarta bi nivîsa “Freedom for Ocalan” hildan û bi Kurdî û Elmanî dirûşmên “Azadî ji Abdullah Ocalan re”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” qîriyan.