BEHDÎNAN – Endama Kordînasyona KCR’ê Viyan Karox Ajansa Nûçe Ciwan re axivî
Viyan Karox wiha got:
“Em careke din derbasî salvegera 23’an a komploya navnetewî, ku di şexsê Rêber APO de pêkanîn e dibin. Em wek ciwan, jinên ciwan û weke gelê Apocî, em vê Roja Reş tu caran ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin. Heta dilopa xwîna dawî em berxwedanê de bin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO emê têbikoşin. Em dibînin di roja kû komplo di şexsê Rêber APO de dan destpêkirin, dewletên dagirker hebûna Kurd, nasnameya Kurd û fikrê azad qebûl nekirine. Rêber APO jî ku pêşengtiya fikra azad dikir, ji gelên bindest û gelên azadîxwaz re. Xwestin di şexsê Rêber APO de gelê Kurd ew esîr bikin, gelê Kurd tune bikin û politîkaya puçkirinê ser bidin meşandin. Lê em dibînin heta rojê îro jî bi berxwedaniya Serok APO, bi helwesta ku li zîndana Îmraliyê de raber kirye, ev siyaseta pûçkirinê pûç kir û vala derxistiye. Dema komploya navnetewî di 15’ê Sibata 1999’an de pêkhat di şexsê Rêber APO de tevahî ciwanên Kurd bi helwestên xwe û bi rihê ciwantiyê nîşanê dewletên dagirker kirin kû, em van politikayên we webul nakin û fikrê Rêber APO ji me re jiyanek nû ye, rihek nû ye. Hun nikarin ev jiyan û ev rihê nû ji holê rakin. Bi nerazîbunên xwe û bi agir berdana bedenên xwe re, nîşanê dagirkeran dan kû vê Roja Reş ronî dikin û tu carî em vê rojê ji bîr nakin.
Em dibînin li tevahî Kurdistanê ev berxwedan di şexsê Jin û Ciwanan de pêk hat. Li Rojhilatê Kurdistanê jî li bajarên Sine, Kirmanşah û Ûrmiye ciwanên Kurd rabûn û bi pêşengtiya wan, jin, zarok, pîr nerazîbuna xwe li hember vê plangêriyê da nîşan û qebûl nekirin. Bi hezaran ciwan hatin girtin û hatin qetil kirin, lê ev hestê berxwedanê û hestê tolhildanê heyanî roja îro jî berdewame û têkoşîna vê hatiye bilind kirin. Çawa kû Rêber APO Rêbereke ji her kesî re Îradeya kurd vejîn kir û ji gelan re azadî pêkanî, ji ber vê em dibînin ku niha jî di perçeya Rojhilat de, ev zext û ev êriş berdewame. Bi girtin, bi îşkence dixwazin tirs û xof di dilê gelan de nîşan bidin. Lê ciwanên Kurd ên mîna Şêrîn û Ferhad kû di dibistanên Rêber APO de fêrî jiyana azad bun, fêrî jiyana yeksan bun û çawa ji vê re têkoşîn bikin, vê politikayê puç kirin û vala derxistin. Dewleta Îran ya dagirker ji ciwaneke rêxistin kirî, çalak, ciwanê ku fikir û ramanê Rêber APO ku ne tenê Kurd re ji Rojhilata navîn re xwedî çareseriye ji xwe re esas digrin, ditirse. Me dît di 12’ê Sibatê de di şexsê Şehîd Dersîm de ku Mîlîtaneke vê fikrê bu, bi rihê xwe kesayetek fedakar, ku ji bo rêxistin kirina ciwanan berê xwe dabû Rojhilat, berê xwe dabû bajarên Sine, Merîwan û tekane çek di destê wî de îrade bu, berxwedan bu. Ji ber dewleta Dagirker ya îran jî li ciwanên rêxistin kirî ditirsiya, Rêheval Dersîm şehîd kirin û xwest vê rihê di nava ciwanan de tine bike. Lê em zanin ku pirtûkên Serok APO li kuderê be, Serok APO li wir e. Serokatî bi xwe jî dibêje; ‘’Pirtûkên min li kkuderê be ez li wir jiyan dikim, fikir û ramanê min, têkoşîna min li wir e’’. Ciwanên Rojhilat jî ev rihê berxwedanê ya 15’ê Sibatê tu cara gerek ji bîr nekin, hertim tekoşîna vê bikin. Dewletên dagirker tu caran ji zext û êrişên xwe li ser gelê Kurd kêm nekirine, ev diyar dike kû dewletên dagirker ên Îran û Tirkiyê ber bi hilweşînê ne. Tenê tiştek ji dest wan de maye, ew jî êrişkirina ser nasnameya Kurd e, êrişkirina ser Rêber APO ye. Lê bi berxwedana ku li çiyayên azad, li Heftanîn Li Garê derketiye ev siyaset pûç dibe.
Em weke ciwanên Apoyî ku hatine û çekê azadî, şeref û namus rahiştine, tu caran vê ji bîr nakin û rê nadin dewletê dagirker ku bikeve çiyayên me de, bikaribe îradeya me tune bike, vê demê ev xewn û xeyalên dagirkeran jî pêk naye. Ji ber vê yekê daxwaza me ji jinan û ji ciwanan ew e, ku tekane cihek ji jinê re ku bibe xwedî îradeya xwe, bibe xwediyê fikra xwe, dibistanên Serokatiye, çiyayên azad ên Kurdistanê ne. Pêwîste ciwan di kolanên Kurdistanê de rabin û bi çalakiyên radîkal, cihên dagirkeran û cihên aydî faşîzma Tirk bişewtînin. Rê nedin kû dewletên dagirker karibin siyasetên puç kirinê ser Kurdistanê pêkbînin. Berê xwe bidin çiyayên azad ên Kurdistanê, tevlê refên Gerîlla bibin. Tekane tiştê dikare li hember dagirkeran bibe asteng çiyaye. Tekane cihê em karibin çekê berxwedanê rakin, çiyaye. Bangewaziya min ji ciwanan re, ciwanên Kurd, Beluc, Faris, Ereb, li her cihekê Rojhilat kîjan netew û nasname dibe bila bibe, berê xwe bidin çiyayên azad û têkoşînê bilind bikin. Rê nedin dagirkeriyê û ji bo azadiya fîzîkî Rêber APO têkoşîna xwe bilind bikin. Bi rexnedayin û riheke radîkal ve nêz bibin û bi vê şiyara em 15’ê Sibatê ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin, helwestê xwe li hember dagirkeran û dewletên faşist re nîşan bidin.”