NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya Milîsên Aynûr Yaşli yên KDBH’ê de hate gotin, “14’ê Sibata 2021’ê saet di 06:30’î li peravên Bebekê ya Beşîktaş a Stenbolê 2 yatên luks ji aliyê milîsên me ve bi teknîkeke taybet hatin îmhakirin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku li çiyê li pêşberî gerîla, li bajaran jî li hemberî çalakiyên bi heybet ên hêzên me yên milîs bêçare maye, piştî têkçûna li Garê êrişî gelan dike, li ber bidawîbûnê ye.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çalakiya wan ji bo bîranîna Aynûr Yaşli hate lidarxistin ku sala 2006’an li Antalyayê bedena xwe da ber agir û bû banga azadiyê. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku jin wê bi berxwedana yekbûyî bersivê bidin vê banga azadiyê û dawî li tecrîd û faşîzmê bînin.”