NAVENDA NÛÇEYAN –
Rêheval Îbrahîm; ew qasî ku çavên te kûr in, ji bona ku dîrok û serpêhatiyên ku te di 25 salan de jîn kir fêm bikim, daqul dibim û her carê ez di hundirê wan de, biriqandinên giravan hîs dikim. Bêhna giravan ji te difûriya. Ji ber ku tu her dem bi rojê re sadiq mayî û te tu carî hêviyên vî gelî û şehîdan li erdê nehîşte û tu bi jiyan û felsefeya xwe, bûyî rênîşanderê nifşên li pey xwe.
Brahîmê ZêrŞoreşgerî qedîm û hevalê rojê, rêheval Îbrahîm. Ji bona me, nasîna we, hesteke pîroz û ezmûneke ku emê tu carî ji bîr nekin bû. Te bênavber bi Roja giravan re rêhevaltiyeke tam kir û tu bûyî hogirek ji dil. Ev pratîka te her tiştî diselmîne. Bi nasîna te, min nirxên rêhevaltiyê û wateya têkoşîn û jiyanê fêm kir. Ew ezmûn û bîranînên we yên ku mîna zeryanan bûn û bixwe dîroka vê tevgerê bûn. Hezar xwezî me zêdetir sûdwerbigirta. Lê me ji ku bizanibûna, tu yê bi îxaneteke bêwext ji nav me koç bikî û bi rûyekî ken tevlî karwana pakrewanan bibî.
Li pey te girî digirîn rêheval Îbrahîm. Ji ber ku we li van çiyayan jîna ku nemabû seridande, we evînên baskokirî ji nû ve da jiyandin û we hêviyên pêşerojê yên berxwedaniyê bi me da tamijandin. Ma hindik e, ta ji 78’an heta roja şehadeta xwe, bi evîneke mezin û ku nedihejiya bi dozê re girêdan. Ma hindek e, di her qada şer pêşengîkirin û di her bihostek vê axa pîroz gerîlatî kirin.
Her ku tu tê hişê me, li ber çavên me, fermandarê pîroz û mezin Egîd, bi bişirînekê şûna te digire. Ji ber ku te bi têkoşîna xwe, fermandariya Egîd di nava rêxistinê de, da jiyandin. Ma ne tu bûyî, piştî pêngava guleya yekem a 15’ê Tebaxê, bi fermandar Egîd re li Botanê, ji bona ku berdewamiya û domdariya vê pêngavê bikî û veguhezînî xetê, çi ket ser milê te, te anî cî. Ma belasebe hevalan ji te re digotin hevalê Zehmetkêş. Te bi baweriyeke mezin, bi vîn û îradeyeke ku tu carî naheje, di dîroka şerê azadiyê de, bi serkeftinên xwe mohra xwe li dîrokê xist.
Hevalê Îbrahîm; bila bigirîn ew çiyayên qedîm piştî çûyîna te; bila bigirîn deşt, çiya, dol û zozanên Kurdistanê ku bûne şahidê mêrxasiya te û mirovperweriya te. Ma wisa hêsan e, pejinrandina vê yekê.
Li hemberî vê yekê dilê me li ber teqawitbûne ye…Brahîmê Zer
Vê mehê meheke sor e, bi rengê xwînê ya ku ala mirovantiyê û sosyalîzmê rengê xwe jê girtiye. Ne pêjeroj dihêle ku em dûr bikevin û ne jî paşeroj dihêle em ji hev dûr bimînin. Vê mehê ji mehan kesk e,ji ber ku te bi tîrêjên xwe yên hêviyê, beyarên ku rengezer bûbûn hêşîn kir. Vê mehê meheke spî ye û em bi hêrsa di nava dilê xwe de hemû şembelîlk û berfên li quntarên Kurojahro dihelînin, ku ev çiya bûn şahidê vê berxwedanî û trajediyê.
Çokên min dilerizin û çiyayê govendê zêmaran dibarînin. Te dilê xwe di nava çiyayên azadiyê de kêlî bi kêlî û gav bi gav veşart.
Rêheval Îbrahîm, qet xeman nexwe, waye zarokên rojê û êgir, kefle bi kefle li pey vî dilî ne û ewê bîranînên te, bidin jiyandin.
Oxir be Fermandarê me!
Hevalê wî yê tekoşînê