NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku dewleta Tirk bi derewa ‘têkoşîna li dijî terorê’ û piştevaniya NATO û hêzên navneteweyî êrîşê Tevgera Azadiya gelê Kurd kiriye û got: “Di demekê de ye ku bi xwe teror û nijadperestiya herî mezin li Kurdistanê pêk tîne. Welatê me di bin dagirkeriyê de ye, hatî talankirin, zimanê me hatî qedexekirin û rûmeta me di bin lingan de ye. Tevî wê jî em li hemberî terora dewletê bi rengekî herî mirovî li ber xwe didin. Em wek mirov û gel kerameta xwe diparêzin. Em rûmet û kerameta xwe û gelê xwe diparêzin. Em ji bo hebûna xwe parastina rewa pêk tînin. Ev, mafekî pîroz e. Yekane tişta em dikin ev e.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bersiv da pirsên Radyoya Dengê Welat.
Ji ber ku ev bername beriya êrîşa dagirkerî ya li ser Garê çêbû têkildarê wê tiştek nehatiye pirsîn û em ê pirs û bersivên hatine kirin bi giştî parve bikin.
Em dikevin 23. Salvegera komploya navneteweyî. Îro ji bo wê hûn çi dixwazin bêjin?
Roja 15’ê Sibatê ji bo gelê me û mirovatiyê weke rojeke reş derbasê dîrokê bû. Di şexsê Rêber Apo de li hemberî paşeroja gel û tevgera me komployek xayînane hat kirin. Ev komplo bi esareta Rêbertî bi encam bû. Ji ber wê jî ji bo gelê me wek rojeke reş lê hat. Ez tevahî hêzên ku tevlî komploya navneteweyî bûne bi tundî şermezar dikim. Her wiha fedayiyên ku bi dirûşma ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ bedenên xwe kirin glokek ji agir û bi vî rengî qehremanên ku li hemberî komploya navneteweyî helwest nîşan dan, hemûyan bibîr tînim û bejna xwe bi rêzdarî li ber bîranîna wan ditewînim. Soza ku me dayî wan dubare dikim. Fermana şehîdan a ji bo me; binxistina komployê ye. Erkê herî girîng ê li pêşiya me ye. Heya ku em vê erkê pêk neyînin em nikarin bêjin ku em serketî ne. Li ser vê esasê em di pêkanîna soza xwe de bi biryar in. Têkoşîna me wê di xeta qehremanan de bidome.
Komploya ku bi şeklekî xayînane û derhuqûqî pêk hat, li hemberî gelê me sûceke. Di serî de DYE hemû wan hêzên ku ev komploye pêkanîne li hemberî gelê me sûc kirine. Li ser vê 22 sal derbas bûn, dîrokê ev rastî hê baştir eşkere kir. Di vê wateyê de divê hêzên komploger vê helwesta xwe biguherînin û ji ber komploya ku bi awayekî bê exlaq û derhuqûqî pêkanîn ji gelê Kurd lêborînê bixwazin.
Niha komployê weke ku tenê li hemberî Rêber Apo û Tevgera me pêk hatiye nîşan didin. Heta tê zanîn ku lingekî vê jî hin derdorên Kurd pêk anîne, lê ya esas ev e ku ev komplo li hemberî gelê Kurd hatiye kirin. Rêber Apo dixwast pirsgirêka Kurd çareser bike. Ji bo vê agirbest îlan kiribû. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê çû Ewropa, lê li hemberî lêgerînên wî yên çareseriyê ev êrîşa xayînane pêk anîn. Wate nexwastin pirsgirêka Kurd çareser bibe. Di vê hêlê de komplo, li hemberî tavahiya gelê Kurd e. Êrîşek e ji bo domkirina qirkirina li ser gelê Kurd e. Li ser vê bingehê divê rast were fêm kirin. Komplo, li dijî pêşeroja gelê Kurd û hebûna wê ye. Dibe ku di dema xwe de hin kesan ev baş fêm nekiribû, lê îro divê fêm bike û her kes li gorî wê bibe xwedî helwest.
Li ser bingehê fikir û berxwedana ku Rêber Apo heya roja me ya îro pêşxistî, têkoşîna ku kadroyên Tevgera me bi rêvebirî û fedakariya gelê me û dostên me îro bi giştî komplo bê encam hatiye hiştin. Hêzên komploger plankiribûn ku wê di nava 6 mehan de xeta Rêbertî bi temamî ji holê rakin û Tevgera me tasfiye bikin, lê berxwedana ku hat pêşxistin û helwesat ku hat nîşandan, destûr neda ku komplo encamekî wiha bigre. Ji ber vê em dibêjin “komplo bê encam ma.”
Gelo komplo bi temamî bi bin ket?
Komplo bi temamî bi bin neketiye. Niha dixwazin ku komployê careke din zindî bikin. Xeta komploya navnetewî êrîşên xwe yên li hemberî Tevgera me didomîne. Dibe ku îro weke berê bi hêz nebe û lewaz bûye, lê pêvajoya komployê hê jî dom dike; dixwazin vê konseptê bi hêz bikin. Ev jî xalekî girînge.
Divê em helwest û sekna ku Rêber Apo li dijî komployê pêşxistî rast fêm bikin. Di serî de hevalên me, hemû gelê me û dostên me divê vê yekê rast bibînin. Hat xwestin ku komplo di şexsê Rêber Apo de bigihîje encamê. Wan ango ne tenê dewleta Tirk, hemû hêzên ku di nav komployê de cih girtinî, ji Rêber Apo re girtîgehek taybet amade kirin û xwestin bi girtina wî ya di bin tecrîdê de, pêşî li hizrandina bi tendirust a Rêbertiya me bigrin û li ser vê esasê bikin ku Rêbertiya me aqilê xwe wenda bike û jiyana xwe ji dest bide. Sîstema Îmraliyê, di rastiyê de sîstema îmha û tinekirinê ye. Ev sîtsema ku li hemberî Rêber Apo pêşxistinî li ser vî bingehê pêşxistin, lê Rêbertiyê me bi xuluqkariyeke mezin, sebir û aqil ve pêşketinek hişmendî afirand û paradîgmaya Netewa Demokratîk pêşxist. Tevgera me bi vê guhertina paradîgmayî ya piştî ku ew paradîgma bi rêya parêznameyan gihîşt derve, bêhn stand û pêşiya wê vebû. Bi vî rengî Tevgera me mezin bû.
Li gel vê Rêber Apo 22 salin ku bi rastî jî bi hêzeke ser mirovî re berxwedanî dike û niha li hemberî êşkenceya pir alî ya pêşdixin li berxwe dide. Rêbertî bi vê sekn û berxwedaniya dîrokî ve komplo vala derxist. Belê, di valaderxistina komployê de rola berxwedaniya gel û Tevgera me mezin e. Me bi hezaran şehîd dan. Gelê me 22 sal in ku kedên mezin dide. Evane hemû di têkoşîna li hemberî komployê de cihekî xwe yê girîng hene, lê yê pêşengiyê ji vê berxwedanê re dike bêguman Rêber Apo ye. Rêbertî di wan şertên êşkenceyê de jî bi sebir, îradeyek mezin û mêyzandinek kûr ve rolê xwe yê pêşengiyê dilîze û derfetê şerkirin û têkoşîna li hemberî komployê ji me re afirand. Encamgirtina komployê ji bo gelê Kurd tê wateya îmha û qirkirin. Ji ber wê berxwedaniya li hemberî komployê di heman demê de têkoşîna hebûn û azadiya netewî ye.
Pêvajoya berxwedan û têkoşîna 50 salî ya di nava civakê de ku Rêber Apo ne tenê li derve, li girtîgehê jî pêşxistî, ji bo gelê me xizmetên girîng pêkaniye. Pêşiya tunebûna gelê me girtiye. Dijmin gelê me pir nezan û paşve hiştibû. Ew 200-300 salên ku paşve mayîn, li ser bingehê ramanên ku Rêber Apo pêşxistî hat derbaskirin. Bi fikrên hemdem re gelê me nûjen bûye. Îdeolojî û têkoşîna ku bi pêşengiya Rêber Apo ve hatî pêşxistin tenê gelê me ji tunebûnê rizgar nekiriye, di heman demê gelê me li Rojhilata Navîn aniye asta pêşengekê. Gelê me ku di herêmê de xwedî stratejiyê ye bûye aktorekî girîng. Eger îro gelê Kurd li Rojhilata Navîn bûye hêzeke wiha, di bingeha wê de rola ku xeta Rêbertî lîstî û keda ku dayî ye. Eger ev xet û bîrdozî nebûya, gelo wê keç û xurtên Kurd bikariban bi vê ruhê fedayî têbikoşin û DAÎŞ’ê yê di cîhanê de kesekê nekarî wê bin bixîne tarûmar bike, paytexta wan bi dest bixe, gelê Kurd biparêze û destanan binivîsin? Eger ramanên Rêber Apo nebûya ev îlham vê ji kû derê ve bihatiba? Wate tiştên ku Rêber Apo di şexsê gelê Kurd de dayî Rojhilata Navîn di asta nirxên herî mezin û giranbuha de ne.
Rêber Apo bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk ya di pêvajoya girtîgehê de pêşxistî, hemû xitimandinên ku li cîhanê hene derbas kiriye. Wek tê zanîn piştî rûxîna Sosyalîzma Reel cîhana çep di aliyê perspektîf de di nava lêgerînekê de bû. Rêber Apo bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk ve di wateya ango wê li hemberî modernîteya kapîtalîst çi pêwîste bê kirin û çawa derketin bê çêkirin de ji lêgerînan re bû bersiv. Wate danî holê ku li hemberî modernîteya kapîtalîst mirov dikare bê çare nebe, perspektîfa konfedralîzma demokratîk û sosyalîzma demokratîk ya li ser bingehê paradîgmaya modernîteya demokratîk rêya çareyê ye. Li ser vê esasê rê da ku xitimandina di nava çep de hebû bê derbaskirin. Bi vî rengî di wateya cîhanî de, di çarçoveya têkoşîna civak û kedkaran ya li hemberî modernîteya kapîtalîst zelaltir kiriye.
Neteweya demokratîk ku li hemberî sîstema dewlet netewe ya modernîteya kapîtalîst hat pêşxistin, şeklekî nû yê çareseriyê îfade dike. Niha di Şoreşa Rojava de li ber çavane bê ka pêşketina qismî ya vê paradîgmayê pêşketinên çawan afirandiye. Her kesên ku vê dibîne matmayî dibe.
Li rex vê yekê jineolojî û xeta azadiya jinê ya Rêbart Apo pêşxistî, hem hêza jinên Kurd derxistî holê, hem jî girêdayî rizgariya jinan ya di asta cîhanî de xetekî nû xêzkiriye. Ev jî di asta cîhanê de rolek lîstiye.
Her wiha îro weke tê zanîn pirsgirêkên ku mirovatî ji ber şewba korona û nexweşiyên cûr bi cûr dijî hene. Ev nexweşiyane çavkaniya xwe ji têkçûna hevsengiya ekolojîk ya ser rûyê erdê digre. Rêber Apo beriya niha bi 20 salan paradîgmaya xwe danî holê û ev yek anî ziman û got; ‘Pêwîstî bi şoreşek ekolojîk heye.’ Rêber Apo bi vê mêyzandinê ve pêşengiya xwe ya di asta cîhanê de daniye holê.
Niha jî li tevahiya cîhanê gel û beşên cuda ji bo azadiya xwe kampanyayan çêdikin…
Bêgûman ji ber vê sedemê îro li tevahiya cîhanê bi taybetî beşên kedkar, sendîkevan û rêxistinên civaka sivîl xwedî li Rêber Apo derdikevin. Rêber Apo bi paradîgmaya pêşxistî ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahiya pirsgirêkên gelên cîhanê dibe bersiv. Dibe ku me paradîgmaya Rêberê xwe di wextê wê de li cîhanê belav nekir. Di rastiya xwe de em di vî alî de dereng man, lê dîsa jî her kesên ku fikrên Rêber Apo naskirî, dibîne ku di vê fikrê de tiştên nû hene. Ji ber vê çendê jî îro li Brîtanyayê, Norweçê, Spanyayê, Swîsreyê, li Başûrê Efrîka, Elmanya û li gelek cihên din ji aliyê gelek beşên cuda ve ji bo azadiya Rêber Apo kampanya hatine destpêkirin. Di vê wateyê de tê diyar kirin ku Rêber Apo weke Mandelayê pêvajoyê ye.
Mandela bi têkoşîna xwe ya li dijî rejîma Apartheîd meşandî re, di dawiya sedsala 20’an de li tevahiya cîhanê bû weke fîgûrekê û bû nîşaneyek. Îro Rêber Apo jî bi têkoşîna xwe ya li dijî faşîzma Tirk bi rêve dibe her weke Mandela li tevahiya cîhanê bûye weke sembolekê. Îro rejîma Tirk a bi pêşengiya AKP, MHP, Ergenekon û navneteweyiyan tê pêşxistin, di rastiya xwe de ji rejîma Apartheîd a li Efrîkaya Başûr hîn nîjadperestire. Apartheîd weke rejîma spiyan li Efrîkaya Başûr bi nijadperestiyê mirovên çerm reş cuda didît. Di vê wateyê de ev nîjadperestiya ku dikir bi şêweyek pir vekirî li ber çavan bû. Îro rejîma faşîst-nîjadperest a Tirk nîjadperestiyên ku dike bi heman şêweyî ne; heta hîn tundtirin. Ji xwe di madeya 66’an a Zagona Bingehîn a Tirkiyê de bi şêweyek vekirî nivîsandiye, ‘Her kesên ku hemwelatiyên Tirkiyê be Tirk e.’ Tê wateyê ku dixwazin me bi zorê bikin Tirk. Nîjadperestiyek ji vê mezintir heye? Nîjadperestiya rejîma Tirk jî weke nîjadperestiya rejîma Apartheîd e. Bi kurtasî îro di kesayeta Erdogan û Bahçelî de, fejîma Apartheîd a li Efrîkaya Başûr li Tirkiyê tê jiyîn. Nîşaneya têkoşîna li dijî vê jî pêşketî Rêber Apo ye. Ji ber vê çendê Rêber Apo Mandelayê sedsala 21’an e. Rêber Apo ne tenê Rêberê Gelê Kurd e, heman demê Rêberê paradîgmaya modernîteya demokratîk e. Rêber Apo bi paradîgmaya ku pêşxistî re sînorên Kurdistan û Rojhilata Navîn derbas kirî ye, gehiştiye rêjeya rêbertiyek ê cîhanî. Rêber Apo bi xebat û paradîgmaya derxistî holê re ev rastî derxistiye holê.
Li ser vê xisûsyetê di rojên dawî de li tevahiya cîhanê mirovên zanistî yên ku tên naskirin li ser destgehên çapemeniyê pirtûkên Rêber Apo xwendîn, gotarên ku nivîsandî parve dikin. Ev gotar cih bi cih di çapemeniya Kurd de jî derdikeve. Gelek gotinên bi baldar dibêjin. Rêbertî êdî karekterek gerdûnî qezenç kiriye. Divê ev bê dîtin û li gorî wê nêzîkatî bê kirin. Di vê demê de ji Kurdan zêdetir ji aliyê sendîka û rêxistinên civaka sivîl ên gelên ji der ve ji bo azadiya Rêber Apo kampanya tên pêşxistin. Li ser vê em diyar dikin ku ev ji kêmaniyên me tên.
Hûn çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd tên kirin têr dibînin an ne?
Bi rastî di vê mijarê de kêmahiyên me hene. Vê herî zêde, ji aliyê Tevgera me ve dibêjim. Weke tê xwestin di aliyê belavkirina fikir û nêrînên Rêbertiya me de hem jî di aliyê pêşxistina têkoşîna ji bo azadiya Rêbertiyê de em kêm mane. Azadiya Rêbertî û gelê Kurd bi hev ve girêdayî ye. Serkeftina şoreşê wê bi xwe re azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bîne. Bi vê wesîleyê em çiqas têkoşînê pêş bixin wê ewqas azadiya Rêber Apo nêz bibe. Weke min dayî nîşankirin, li ser vê xisûsê em kêm mane. Em di rewşekî ya rexnedayînê de ne. Ji xwe em weke tevger di vê pozîsyonê de ne, lê ji bo derbaskirina vê xebat dikin. Bi vê xisûsê tarîtiyek diyar û seknek girîng jî mijara gotinê ye. Dîsa jî ruhek fedayî heye. Ji aliyek giştî ve ez dikarim vê bidim diyar kirin. Ji bo azadiya Rêber Apo zarokên vî gelî heta niha gelek ked dan. Şehadet hatin jiyîn. Me dît; di pêvajoya berxwedanê ya 2019’an de tenê li girtîgehan 7, bi giştî 9 şehadet çêbûn. Kedek mezin hate dayîn. Niha jî dîsa li girtîgehan greva birçîbûnê heye. Li Wargeha Şehîd Rustem Cudî jî dîsa li Kampa Lavrîon a li Yewnanistanê jî grevên birçîbûnê hene. Bi vê wesîleyê ez hemû çalakgeran silav dikim û serkeftinê dixwazim.
Di vê pêvajoyê de pêwîst bû yên ku pêşengiyê bike em ewên ji der ve bûn. Weke tê zanîn, pêngava ‘Dem Dema Azadiyê Ye’ ya ku 12’ê Îlona 2020’an ji aliyê Tevgera me ve hatî destpêkirin pêngavek girîng e. Lê divê em tevlîbûnek giştî ji bo vê pêngavê çêbikin. Pêwîste ji bo vê xebat bên kirin. Niha li girtîgehan, Ewropa, Rojava û li qadên din jî rol dileyîze; bêguman kedek heye lê belê di rastiyê de Bakûrê Kurdistanê girînge. Li Bakurê Kurdistanê ne tenê hinek saziyên fermî divê bi giştî gelê me yê welatparêz bikeve hewldanê. Di vê xalê de dikarîn qala kêmaniyan bikin. Di rastiya xwe de zextên faşîzmê hene, zextên polîsan hene û xebatên istixbarata dijmin ji bo xistina kesan hene. Niha li Bakur bi taybetî kesên me yên ku dibêjin, ‘ez welatparêzim û xwedî prensîbim’ li dijî hewldanên sîxûrtiyê yên dijmin bên hişyarkirin. Divê her kesek li ser vê mijarê xwe berpirsyar bibîne. Yanî divê ev bê rawestandin, bi vî şêweyî bandora dijmin bê şikandin û gel jî ruhek şoreşger-berxwedêr ya bi rêxistinkirî bi şêweyek serhildanê derbixe holê. Ji welatparêz û şoreşgerên li Bakurê Kurdistanê ev hêvî heye. Ji Amedê hetanî Wanê divê li hemû Bakurê Kurdistanê gelê me derbikeve kolanan û bikevin rêyan. ‘Serhildanên salên 90’î’ yên di bin zextên mezin de wiha pêşketin; îro jî bi heman şêweyî dikare pêş bikeve. Gelê me yê welatparêz û hevalên me hîn zêdetir dikarin li ser vê rawestin. Bi vî awayî pêvajoya pêngavê dikare bibe pêvajoya girseyek hîn berfireh tir. Heman demê gêrîla jî dikeve vê pêngavê û em bi bawerin ku wê di pêjoyên pêşiya me de wê hîn zêdetir tevlî bibin.
Li tevahiya cîhanê jî pêşketinek mijara gotinê ye. Li her aliyek ê cîhanê jî saziyên cuda radigîhînin ku tevlî vê pêngav dibin. Heman demê pêngavê karekterek gerdûnî qezenc dike. Ev pir girîng e. Li dijî dewleta Tirk a faşîst-qirker li tevahiya cîhanê helwestek bê danîn û divê doza gelê Kurd bibe weke dozek gerdûnî. Dewleta Tirk a qirker hetanî niha li beramberî me bi piştgiriya hêzên komploger şer dikir. Ji xwe dewleta Tirk ti demî li beramberî me bi tena xwe şer nekiriye. Her tim ji derve ji NATO piştgirî stendiye. Niha jî bi piştgiriya hêzên komploger dixwaze li dijî me şer bike. Dixwaze vê bi navê ‘mûdaxeleya bi terorê’ pêk bîne. Di rastiya xwe de terora herî mezin ew li Kurdistanê pêk tînin. Nîjadperestiya herî mezin ew li Kurdistanê bi rêve dibin. Em jî li dijî terora dewletê berxwedaniya herî mirovî raber dikin. Em weke kes, gel nefsa xwe diparêzîn. Em xwe û rûmet û şerefa gelê xwe diparêzîn. Em ji bo hebûna xwe parastina xwe ya bi maf dikin. Ev mafek pîroz e. Welatê me hatiye dagirkirin, talankirin, zimanê me hatiye qedexekirin, hemû rûmeta me xistine bin lingan û em jî li dijî vê helwest dadinîn û dixwazîn hemûna xwe bidîn nîşakirin. Tenê tişta ku em dikin ev e. Ya ku terorê pêktîne jî dewleta Tirk e. Niha ev tê berovajî kirin û li tevahiya cîhanê li dijî me û rêbertiya me komplo tê pêşxistin. Heman demê li dijî vê têkoşîna me û têkoşînek gerdûnî pêwîste.
Di vê çarçoveyê de ji bo çalakiyên li Ewropayê pêş dikevin, hûn dikarin çi bêjin?
A rastî, gelê me yên li Ewropayê dijîn, tim rola xwe lîstine niha jî çalakiyên dikin pir girîng in. Jixwe eger ku têkoşîna gelê Kurd û azadiya Rêber Apo îro li cîhanê belav bûye, rola gelê me yên li Ewropa dijîn û rêxistina gelê me mezin e. Mijar ked, berxwedan û rol lîstin e, divê di vê demê de jî ev bê guherandin. Em tevgerekî welê ne belavî hemû cîhanê bûne. Doza me dozekî gerdûnî û navneteweyî ye. Wê demê jî divê çalakiyên me hê zêdetir xizmeta vê bike. Divê raya giştî pêk bîne. Nimûne, çalakiyên roja Şemî û Yekşemê tê kirin, hê zêdetir xîtabî civaka me dike. Divê ji vir û şûnde çalakiyên me zêdetir xîtabî gelên din ên biyanî bike. Nimûne; meşa ciwanan hebû. Em jî ji çapemeniyê dişopînin. Bi rastî pir bi nirx in, ciwan di wê berf û seqemê de dimeşin. Ev kedek e. Hemû çalakvanan silav dikim, serketinê ji bo wan dixwazim. Li qadan gelek enternasyonalîst hene. A rast ev yek, êdî vê têkoşînê weke têkoşîneke enternasyonalîst dide nîşandan. Ji bo vê jî divê em rêbazên çalakiyên xwe biguherînin. Nimûne; li gorî me bihîst li ser e-mailan kampanya name ji bo Neteweyên Yekbûyî re tên şandin. Ev pir girîng e. Divê hê zêdetir giranî bê dayîna çalakiyên wiha. Yanî zêdetir berê xwe bidin saziyên navneteweyî û raya giştî ya cînahî yên mîna NY’yê. Nimûne, pêkanîna hevdîtin û çalakiyên ku li pêşiya parlementoyek yan jî avahiya televîzyonekê ya ji aliyê heyetek ve ku xwedî piştevaniyek mezin a girseyî ne, wê hê bi feyde be. Divê êdî em xîtabî raya giştî ya cîhanê bikin. Divê doza azadiya Kurdistan û Rêber Apo rast e rast bi raya giştî ya cîhanê re parve bikin. Di wê baweriyê de me ku eger çalakiyên me yên li Ewropayê bi vî rengî bên guherîn, wê hê zêdetir encaman bigire.
Ev demeke li Zanîngaha Bogazîçî xwedekar li ber xwe didin, li ser çalakiyên wan çi nêrînên we hene?
Xwendekarên zanîngehekê ji bo daxwazên xwe bînin ziman çalakî dikin. Dewleta Tirk ji vê pir tirsiya, bi lez û bez bi ser xwendekaran de çûn. Erdogan û Bahçelî jî ketin nava hewldanan ku van çalakiyan weke teror bidin nîşandan. Divê ewilê bê nîşandan ku, di van çalakiyên bi pêşengtiya xwedekarên Zanîngah Bogazîçî hate destpêkirin de, polansiyela ciwanan a li Tirkiye derkete holê. Jixwe ya dewlet jê ditirsiya ev bû. Destpêkê ev çalakî li tevahî Stenbol, piştre jî li Enqere û belavî cihên din bûn. Ihtimala belavbûna cihên din jî hene. Rejîm ji vê ditirsin, ji ber ku rejîm lewaz bûye û ber bi cihekî hê bitirs ve diçe. Ji bo vê pir ditirsin.
Ev helwdan û bizava ciwanan a li Tirkiyeyê carekî din ruhê Denîz Gezmîşan, Mahîr Çayanan, Îbrahîm Kaypakkayayna, Kemal Pîran ne mirine, zîndî ne didin nîşandan. Ev çalakî, xwebûna ciwanên Tirkiye dide nîşandan. Hemû çalakvanan silav dikim. Welatparêzên Kurdistanî û saziyên Kurdisanî jî di anv de divê her kes xwedî li ciwanên ku xwedî helwestin derbikevin.
Niha jî Milîsên HBDH’ê jî çalakiyan dikin. Wan çalakiyan jî silav dikim. Çalakiyên dikin pir bi watedar in. Xwebûna şoreşgerên li Tirkiyeyê îro di şexsê ciwanan de xwe nîşan dide. Em Tevger ji berê ve baweriya me ya ji bo ciwanên şoreşger-sosyalîst ên Tirkiye çawa hebû, ji vê baweriya xwe ti demê dûr neketine. Ev helwest û hewldana ciwanan a li Bogazîçî derketî jî dide nîşandan bê ka ev bawerî çiqasî di cihê xwe de ye. Tevgera ciwanan rejîma faşîst tengijandiye. Bi bawerîme ku wê ev helwest mezintir bibe, serketinê ji bo wan dixwazim.
Di demên dawîn de dewleta Tirk a dagirker bi navê ‘Eren’ operasyonên zivistanê daye destpêkirin. Li ser çapemeniyê derbarê vê operasyonê gelek gotinan dikin. Herî dawîn diyar kirin ku li Amanosê operasyonek hatiye destpêkirin. Ev operasyon tu encaman bi dest dixin an na?
Îro salvegera şehadeta li jêrzemînan yên ku di dema berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê de pêk hatibû. Di şexsê şoreşgerê hêja Mehmet Tûnç û Asya Yuksel de ez hemû şehîdên berxwedana xwerêveberiyê bi hurmet bibîr tînim û soza me ya ji bo wan dubare dikim.
Vê operasyona Amanosê ya ku hûn qala wê dikin, operasyona 8’emîn e ku dagirkeriya dewleta Tirk di vê zivistanê de li Bakur daye destpêkirin. Heta niha di van operasyonan de tu serkeftin bi dest nexistine, têk çûne. Ango ti encam bi dest nexistine. Li gorî agahiyên ku me stendiye jî li Çiyayê Agirî jî di şer de derbên giran xwarine. Jixwe van tiştan ji civakê vedişêrin û dewleta Tirk têkçûna xwe di çapemeniyê de diyar nake. Kêm caran dema ku mecbûr dimînin, wê carê didin lê kêm didin. Li herêma Amed-Licê jî gelekî li ser wê sekinîn lê piştî operasyonê jî li wir çalakiyeke girîng çêbû û derbeke mezin xwarin. Çalakiya li Licê çalakiyeke gelekî watedar e.
Bi kurtasî di van operasyonên zivistanê de têk çûne. Di propagandayên xwe de diyar dikin ku sê gerîla şehîd bûne. Bi vê re qala koma heval Rêber dikin ku li Mêrdînê şehîd bûbûn. Ev heval di dema operasyonên zivistanê de şehîd nebûne. Ev hevalên me ji ber ku bi baldarî tevnegeriyane, dijmin çûne ser wan û wisa şehîd bûne. Ev her sê hevalên me di dema operasyoneke fermî de şehîd nebûne. Ev operasyonên em qal dikin heta niha ti xisar nedaye hêzên me. Di vir de diyar dibe ku tevdîrên hevalan û kampên wan ên zivistanê teknîka dijmin pûç dike. A niha operasyona li Amanosê didome. Bi rastî dema dest bi operasyonê dikin, vê radigihînin lê dema ku encamekê nastînin mirov nizane operasyon qediyaye yan na. Ji ber ku di wê rewşê de qala tiştekî nakin. Ji bo Amanosê jî hê tiştekî cihê diyar nekirine. Ev jî diyar dike ku ti encameke baş nestendine.
Li Amanosê di demên berê, di nîveka meha Cotmehê de hin şer çêbûbû û hinek hevalên me şehîd bûbû. Ji ber ku dijmin zanibû ev şehîdên me di asta rêveberiyê de ye, dixwaze biçe ser Amanosê û encamê bistîne. Ji ber vê zêde diçe ser wê derê.
Bi vê wesîleyê di şexsê rêheval Dilşêr Herekol û fedayî Harûn Firat de, şehîdên berxwedana Amanosê bibîr tînim. Şehadeta heval Dilşêr bêşansiyeke mezin bû. Heval ji du salan zêdetir e birîndar bû, nikaribû tevbigere. Dema ku ew ê ji wir were derxistin, dijmin ferq dike û diçe ser hevalan. Heval Dilşêr û hevalên din şehîd dikevin. Yê ku divê ew bianiya jî heval Harûn bû. Heval Harûn endamekî Tabûra Şehîd Zîlan e û hevalekî fedayî ye. Heval Harûn dema ku dibîne heval Dilşêr şehîd bûye û ew ê nikaribe wî bîne, ew û heval Zinar berê xwe didin Peyanûsê, piştî ku li wir şer dikin, diçin Îskenderûnê û li wir bi çalakiyeke fedayî şehîd dibin. Heval Zinar jî şer dike û şehîd dibin. Ev hevalên me bi fedayiyane berê xwe didin hedefê. Ev helwesteke gelekî watedar e.
Heval Dilşêr ne hevalekî ji rêzê bû. Di dîrokê de hin deman hin kes rolên awarte werdigirin. Rolên wan rê li ber geşedanên gelekî mezin û girîng vedike. Heval Dilşêr jî hevalekî wisa bû. Di nav gel de pêvajoya 12 siwariyên Derwêşê Evdî û koma ku ji bo mudaxeleyê çû Şengalê hebû. Heke ev kom 12 siwarên Derwêşê Evdî be, heval Dilşêr wekî fermandarê vê komê Derwêşêkî hemdem e. Gelê Şengalê jixwe ev heval wisa dan naskirin û dema şehadeta wî hate bihîstin, ji bo wî merasîm lidarxistin. Ev tiştekî gelekî rast e. Li Şengalê di têkoşîna têkbirina DAÎŞ’ê de heval Dilşêr ji roja pêşîn heta roja dawîn roleke dîrokî wergirt. Wekî heval Egîd Civyan, kedeke wî ya zêde heye. Bi rastî, hevalekî me yê gelekî hêja şehîd bû. Awayê şehadeta heval em gelekî xemgîn kiriye. Tevgera me xwest wî ji wir derxîne, lê ew heval şehîd bû û tevlî nav karwanê azadiyê bû. Em diyar dikin ku em ê li ser soza xwe bin ku me daye heval Dilşêr û hemû şehîdan, em ê xwîna wan li erdê nehêlin. Ez sersaxiyê ji malbata hêja ya şehîdê me û ji gelê me yê welatparêz re dixwazim.