BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkilî çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyeke niviskî da.
HPG’ê ev agahî par ve kirin:
”17’ê Sibatê saet 15:00’an li dijî Tûgaya li Çelê ya Colemergê ya artêşa Tirk a dagirker hêzên me çalakî kirine. Di vê çalakiyê de hêzên me bi rokêtên hawanan li dagirkerên li Tûgaya Çelê dane. Di encama çalakiyê de ji dagirkeran çend hatine cezakirin û çend birîndar bûne zelal nebûye.
ÊRÎŞÊN HEWAYÎ
Qadên Parastinê yên Medyayê ji hêla balafirên şer ên artêşa Tirk ve hatine bombekirin. Bombebaranên ku hatine kirin wiha ne;
16’ê Sibatê saet 15:10’an geliyê Konferansê yê bi ser herêma Avaşînê ve hatiye bombekirin.
16’ê Sibatê saet di navbeyna 14:20 û 15:40’î de bejahiya Amediyê ya Duhokê bi balafirên şer hatiye bomekirin.
18’ê Sibatê saet 14:30’an Girê Colemergê yê herêma Metîna bi balafirên şer hatiye bombekirin.
18’ê Sibatê saet 15:30’an geliyê Konferansê yê herêma Avaşînê bi balafirên şer hatiye bombekirin.
Di van êrîşên hewayî de ti ziyan nehatiye ser hêzên me.”