STUTTGART – Ciwanên ku ji bo azadiya Rêberê Gelan Ocalan bi biryar in li bajarê Stuttgarta Elmanyayê li ber avahiya şaredariyê kom bûn.
Di çalakiyê de ciwanên ku alên PKK, KCK û Rêber Apo hilgirtin bi Elmanî û Kurdî dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Freiheit Für Öcalan – Frieden in Kurdistan” avêtin.
Ciwanên di çalakiyên xwe de dûmana rengîn bikar anîn bala raya giştî kişandin. Çalakî bi dirûşm û daxuyaniya ciwanan, “Heya ku Serok APO bi fizîkî azad bibe em ê her dem li qadan bin” bi dawî bû.