NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên PKK û PAJK’ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 89 roj in li ber xwe didin.
Piştê destpêkirina grevan gelek rêxistinên şoreşger û demokrat zindanan de piştgirî dan girtiyên PKK û PAJK’ê. Herî dawî agahiya piştgiriyê zindana Tekirdagê Ji girtiyê TKP-ML’ê hat.
Daxuyaniya TKP-ML’ê wiha ye:
“Girtiyên TKP-ML Piştgiriya Çalakiya Greva Birçîbûnê didomînin
Di 27ê mijdarê de, li dijî polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, li dijî qedexeyên ku bi hinceta pandemiya 19, zextên li girtîgehan zêde dibin û standina mafan ji hêla girtiyên PKK û PJAK’ê ve grevên birçîbûnê hatîbûn destpêkirin. Girtiyên TKP-ML yên li Girtîgeha Tîpa F ya Nû. 1 a Tekirdag’ê bi greva birçîb’unê ya 5 rojan ve piştgirî da wan.
Girtiyên TKP-ML piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PJAK didomînin.
Girtiyê TKP-ML Murat Deniz ku li Girtîgeha Tîpa T a No 2 ya Tekîrdagê ye, 5 rojan dest bi greva birçîbûnê kir.
Li gorî agahdariya ku me ji xizmên wî girtiye, Deniz got ku girtiyên PKK / PJAK li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan greva ku dane destpêkirinê,
Ji bo piştgiriyê bide diyar kir ku wî dest bi çalakiyê kir.
Deniz jî bi greva birçîbûnê re, bi helwestên keyfî yên rêveberiya girtîgehê re, demek dirêj di hucreyek tenê de ye.
Wî her wiha nerazîbûn nîşanî nedayîna pirtûk, kovar û rojnameyên ku wî re tên kir.”