Parêzerên Rêberê Gelan Abdulah Ocalan Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi hinceta ‘nexşeya rê’ ya ku Ocalan di sala 2009’an de ji bo parêznameyê pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiribû, di 23’ê Îlona 2020’î de ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiribû.