STENBOL – Serlêdana parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtinê, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hat redkirin.
Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye, Rêzan Sarica, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana bi hinceta qedexeya 6 mehan hat redkirin.
Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan salan di navbera 2’yê Gulanê û 7’ê Tebaxa 2019’an de bi Ocalan re 5 hevdîtinan kiribûn.