NAVENDA NÛÇEYAN – Bi rihê destana dirokî a Garê û li dijî komploya Navnetewî komek Ciwan û Jinên Ciwan ji Rojavayê Kurdistanê ragihand ku ew beşdarî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK’ê dibin.
Komek Ciwanên Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ew bi rihê serketinê ye destana dirokî a Garê beşdarî nava refên Gerîla bune.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku riya serkeftinê û azadiya Rêberê Gelan Rêber APO li çiyayên azad û di jiyana azad de pêkane.
Ciwanan bal kişand ser êrişên dewleta tirk a dagirker û qirker yê 10’ê Sibatê li ser herêma Garê, û daxuyakirin ku ev êrîş hêstên tolhildanê gurtir kiriye û ew ê beşdarî destana dirokî a Garê bibin.
Ciwanên Rojavayê Kurdistanê bi wan gotinan tevlîbûna xwe ya nava refên Gerîla ragihandin:
‘GIRANKIRINA TECRÎD Û ÊRÎŞÊN SER GARÊ NÎŞANEYA ZÎHNIYETA QIRKER E’
“Em weke ciwanên Rojavayê Kurdistanê û weke hêza pêşeng a gelê xwe yê şerker, Pêşeroja xwe û welatê xwe di fikir û ramanê Rêber APO de dibinin. Wek çawa dewletên komploger û taybet jî dewleta Tirk a faşist, qirkirina gelê Kurd û hemî gelên azadîxwaz di tecrîd kirina Rêber APO de dibine û dixwaze bi vê komploya ku mirî jidayik bu, gelê me qir bike û îradeya wê teslîm bigre.
Nêzîkatiyên dewleta Tirk a faşist û dewletên komploger, ku li aliyekê bi girankirina tecrîdê û li aliye din jî bi êrişên 10’ê Sibatê ya Garê xwe şenber kir û peyama qirkirin û înkarê dubare kir, kîn û nefreta me û hestên me yên tolhildanê gurtir kir.
‘SEKNA BERXWEDAN Û SERKFETINÊ ÊRÎŞA SER GARÊ Û DAXWAZA NÛ KIRINA KOMPLOYÊ TÊK BIR’
Ji ber vê jî her di destpêka van êrişan de, peyama êrişê ku dewama komployê bu ji aliyê gelê me de hat fam kirin. Helwesta rast jî li dijî van êrişan û komployê jî, Seferberiya ciwanan û sekna berxwedan û serkeftinê bu. Ji ber ku têk birina van êrişan di heman demê de têk birina faşîzma AKP-MHP û hevkarî û îxanetê ye. Ev jî wateya têkbirina komployê ye. Qehremantiyên Gerîllayên azadiyê jî vê rastiyê îspat kir û encama derketiye jî binketina komplogeran e.
Em riya serkeftinê û azadiya Rêberê Gelan, Rêber APO li çiyayên azad û di jiyana azad de dibînin.
Bê guman ev qehremantî û îradeya ji pola ya li Garê derket, berhema fikir û ramanê Rêber APO ye!
‘EM TEVLÎ SERKEFTINA DESTANA DIROKÎ A GARÊ DIBIN’
Ser vê bingehê hejmarek ciwanên Rojavayê Kurdistanê, me biryar da em tevlê refên Gerîlla û vê destana dîrokî bibin. Me xwest em di berxwedana Dîrokî ya Garê de cih bigrin, lê dijmin di 3 rojan de reviyan û em jî niha bi coş û biryardariyeke mezintir, tevlê serkeftina Destana Garê dibin.
Banga me ji tevahî ciwanên ku germahiya vê serkeftinê gihaye wan ewe; Bi biryara ku di destana têk birina temamî, ya dagirkeriyê de cih bigrin û cejna azadiya Rêber APO û azadiya Kurdistanê li çiyayên azad, pîroz bikin werin tevlî govenda serkeftinê bibin.”
Daxuyaniya Ciwanan bi dîrûşmeyên “Bijî Destana Garê”, “Bijî gelê azadîxwaz û şerker”, “Bijî Gerîllayê azadiya Kurdistanê” û “Bijî Rêberê Mirovahiyê Rêber APO” bi dawî bû.