NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ew bi rihê destana dirokî a Garê beşdarî nava refên Gerîla dibin. Ev ciwan û jinên ciwan ku beşdarî nava refên PKK’ê bûn, ji ajansa me re behsa giringî û sedemên tevlîbuna xwe kirin.
Jina Ciwan Hêvîdar Azadî ku ji bajarê Hesekê ye, derbarê giringiya tevlîbûna jinên ciwan nava refên Gerîla axivî û bang li hemû ciwanan kir ku rabin ser lingê xwe û li dijî dijminê xwe tevlî nava refên PKK’ê bibin.
Hêvîdar Azadî wiha berdewam kir:
“Sedema tevlîbûna min ew bû ku min ev komploya li ser Serokatiya xwe qebûl nekir. Em wekê Gelê Kurd, ez bi bixwe jî min tucarî qebûl nekir ku Serokê me di zindanê de be. Ev 22 salin Serokê me di zindanê de ye. Ez wek jinek Kurd min hertim dixwazt beşdarî Gerîla bibim. Di Şerê li Garê de Gerîlayan di 4 rojan de dijminê me nîşan me da, wan binxistin û rûye wan reş kirin. Ez jî bi kelecan bû, min xwest beşdarî vî şerî bibim. Ew derfet çênebû. Piştî vê min soza xwe da. Ezê hertim li pêşiya dijmin bisekine û bêjim tu nikare Kurdan qir bike, û nikare dilê dayikê Kurdan bişewitine. Ez bang li hemû jinên ciwan û tevahî ciwanan dikim ku ew jî tevlî refên Gerîla bibin. Bila rabin ser lingê xwe bisekînin û bêjin Kurd namirin. Serokê me di zindanê de be jî, fikir û ramanên wî nava Kurdan û nava tevahî cihanê de belav buye. Ji ber vê jî min pirr kelecan girt û min xwest wek jinek ciwan beşdarî refên Gerîla bibim. Bila hemû jinên ciwan û ciwan bêjin em hene û em ê hebin. Ez dîsa dubarê dibêjim bila hemû ciwan cihê xwe nava azadiyê de bigrin.
Ciwanê bi navê Rojvan Viyan ku eslê xwe ji bajarê Dirêbsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ye derbarê tevlîbûna xwe ev tişt got:
“Şer û serkeftina li Garê û tecrîda li ser Rêber APO bandorek mezin li ser min kir. Ev jî bû sedema tevlîbûna min û gelek ciwanên din ji Rojava. Me sozek da, ji dil me soza tevlîbûnê da. Me sozek da şehîdên xwe, Serokê xwe ji bo em tevlî bibin. Divê mirov azad jiyan bike, yê bixwaze azad jiyan bike pêwiste rabe ser xwe û li ser linga be. Em çiqasî têkoşîn bikin jî em deyndarê Serokê xwe şehîdên xwe ne. Ji ber em bi fikir û xwîna şehîdên xwe gihan vê astê. Em gihişt vê asta ku me xeyal dikirin. Em azadiya Serokê xwe dixwazin. Ez di dawî de dibêjim ‘Bijî Têkoşîna Gerîla’, ‘Bijî Serok APO’ û ‘Şehîd Namirin’.”
Ciwanê ji Efrînê ku buye Seferberê Garê, Agir Kurdistan giringiya tevlîbûnê û sedemên wê wiha anî ser ziman:
‘EM ÊDÎ XWE Û ÇANDA XWE NAS DIKIN’
“Rojane dijmin şerê tine ser Gelê me. Li Efrînê jî dijmin êrîş kir, lê berxwedanek bi pîroz hate raber kirin. Şer anîn ser Kobanê jî. Erdoxan digot Kobanê ket vaye dike bikeve. Lê ew bixwe li Kobanê şikest. Me tucari teslîmyetê ji bo xwe qebûl nekir. Piştî ve şer anî Efrînê. Ruxme tirk 72 balafirê xwe rakir ser Efrînê û bombebarana dikir, dîsa nikaribû bi me. Ji ber vê zarokan qetilkir, çû li Mahmûdiyê komkujî kir. Di vê komkujiyê de hemû zarok, dayik û bavê me bû hatin qetilkirin. Komkujiyek mezin li Efrînê hate kirin. Dixwest bi tune bike. Em tucarî tune nabin. Em Kurd roj bi roj geştir dibin. Em êdî çanda xwe, û xwe nas dikin.
‘DAYÎK Û BAVÊ ME BI ME SERBILINDIN’
Li Garê jî xwestin me tune bikin, lê di dawî de ew bixwe reviyan. Me jî dema soz da, me xwest em beşdarî şerê Garê bibin. Di vî şerî de 15 hevalê me şehîd ketin. Lê bila tirk jibîr neke, 15 hevalê me şehîd ketin, lê em îro 16 kes tevlîbûn. Ev tevlîbûnên me ji bo me morale, ji bo malbatan jî serbilindiye. Dayik û bavê me di nava civakê de serbilindin bi me. Em çiqasî tevlî bibin em ewqasî rastiya xwe, diroka nas bikin.
Ez ciwanekî zewicime, 3 zarokên min jî hene. Ruxmê vê jî ez tevlî bûn. Malbatê ez bi tililiyan, bi şahî, bi moral ez ji malê derxistim. Min jî moralek mezin ji malbata xwe girt. Hemû malbat kombûn, min jî malbatê re eşkere kir ku ezê tevlî riya azadiyê bibim, tevlî riya şeref û namûsê bibim. Malbat bi moralekî bilind min diyarî vê parityê kir. Ger ez rojekê şehîd jî bikevim bila zarokê min bêje bavê me li dû heqê min ket, pê ziman û çanda min ket. Ew bi min serbilind bin. Ewê bêjin bavê me Şoreşgerekî Apoyî ye, milîtanê PKK’ê ye. Em ziman, welat û azadiyê ji zarokên xwe re tinin.
‘LINGEK XWE NAVA CIVAKÊ, LINGEK XWE NAVA XEBATAN TÊR NAKE’
Herroj dilana me mezintir dibe, dijmin digot emê nava cend saetan partiyê tune bikin, lê ew zêdetir 42 salin berxwedanek mezin heye. Dilana azadiyê û serkeftinê herroj mezintir dibe, ji ber vê banga min ji bo ciwanan ew ku beşdarî vê dilanê bibin. Ji ber dayîk û bavê me welatekî azad ji bo me ava nekiriye, îro pewiste em vê bikin. Emê jî zarokên xwe re bikin. Ji bo azadiya Serok APO em dikarin her tiştî bikin, em dikarin canê xwe bidin. Pêwiste em malbatê jixwe re nekin asteng û ji bo azadiya Serok APO tevlî bibin. Lingek nava civakê lingek nava xebatan têr nake, min jî ev kêmasiya xwe dît û ez tevlî bûm. Min her du linge xwe xistin nava xebatan û min xwest ez bibim milîtanekî partiyê.
‘BILA KES XWE NAXAPÎNE, PKK KESÎ NAREVINE’
Malbata min ez bi serbilindî derxistim, ne wek ew malbatên derdikevin ser televizyon û dibêjin zarokê me revandine. Bila hemû kes bizane, PKK tu kesî narevine. Bila tu kes xwe nenaxpine. Malbata min negot tu bavê zarokan e, ji min re vê nekir asteng. Hate wê astê ku hevjîna min jî beşdar bibe. Bila hemû kes wan êşan bibine, dijmin erdê me dagir kiriye. Namûsa me, êşa me welatê me ye. Ger welatê te dagirkirî be, dijmin hemû xirabiyan tine ser gelê te.
Ji bo em welatê xwe, Rêberê xwe Serok APO azad bikin pêwiste em tevlî vê riya serkeftinê bibin. Çawa Serok APO gotiye “Me bi ciwantî destpê kir, em bi ciwantî biserkevin”, em jî li gorî vê pêwistin tişta dikeve ser me pêk bine. Em bi ciwantiya xwe bihêjin serkeftinê, di dawî de jî ez dibêjin an Serkeftin an Serkeftin.”
https://www.nuceciwan71.xyz/ku/2021/02/25/flas-ciwanen-rojava-em-tevli-serkeftina-destana-diroki-a-gare-dibin/