Qamişlo – Bi nêzîkbûna roja 8’ê Adarê, roja cîhanî ya jinê jinan li seranserî Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûryeyê, dest bi amadekariyan û xemilandinan ji bo vê rojê kirin.
Her wiha li bajarokê Til Marûf ya girêdayê kantona Qamişloyê, jinên bajarokê û endamê Kongra Star, dest bi xemilandinên kolanên bajarokê, bi alên kesk û sor û zer û bi wêneyên serok Apo û şehîdên jin yên ji bo azadiya jinê şer kirin û şehîd bûn kirin.
Di vê navberê de ajansa me bi çend jinên bajarokê hevdîtin pêk anîn, jinan diyar kirin ku ev roj ji bo wan xwedî girîniyek mezin e û bang li hemû jinên cîhanê kirin ku rabin û pêşwaziya 8’ê Adarê bikin.
destpêkê de dayîkek ji Til Marûfê wiha axivî: “Em hatin vir amadekariya 8’ê Adarê dikin, em dixwazin hemû jin azad bibin, çi kesên bindest hebin em dixwazin azad bibin. Çi jin hebe ne tene kurd be, hemû jin bila rabin piya bixêr hatina 8’ê Adarê bikin, azadiya serokê xwe bixwazin.”
her wiha emdama meclisa bajarokê, ev roj li hemû şehîdên jin û li serok Apo pîroz kir, û got: “Em îro wek meclisa bajarokê Til Marûf û Kongra star, hatin amadekariya 8’ê Adarê dikin. Em bajarokê xwe dixemlînin, alên xwe dialiqînin. Bi navê jina kurd, jina azad em 8’ê Adarê li jinên her çar parçeyên kurdistanê pîroz dikin. Ji hemû jinên ku cihê xwe din av şoreşê de digrin pîroz dikin. Ji hemû jinên ku xwîna xwe dan ber azadiyê jinê de, li şehîd Hevrîn û yadê Aqîde û li Şehîd Arîn em pîroz dikin. Em bi hêvî ne k udi vê salê de em azadiya serokê xwe bibinin. Û azadiya jina kurd em bibinin.
Ji pêkhateya Ereb jî endama meclisa bajarokê diyar kir ku ew wek jin serbilind in ku rojek taybet ji bo Em wek jinên bajarokê Til Marûf, em dest bi amadekariyên ji bo 8’ê Adarê roja cîhanî ya Jinê ye. Ev roj sembola tekoşîna Jinê di dîrokê de. Ji xwe şoreşa me şoreşa Rojava bi navê Şoreşa Jinê tê naskirin. Em hemû jinan vê rojê serbilind in. Emê azadiya jinê bi dest bixin ji ber ku bê azadiya jinê azadiya civakê ne pêkan e.