KOBANÊ – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger piştgiriya dibistanên gundên li Kobanê didomînin. Endamên komîta xweparastinê li Kobanê dibistanek din tamîr kirin û darên hewşa dibistanê dan çandin ji bo sererastkirina dibistanên di dema şer de wêran bûne ketin tevgerê.
Ciwanên ji Kobanê xebata xwe ya ku vê dawiyê dest pê kirî didomînin, komîteya xweparastinê xebatên sererastkirinê li dibistanên ku wan destnîşan kirine berdewam dikin û her wiha ewlehiya bajar û gundan jî pêk tînin. Ciwanan diyar kirin ku xweparastin ne tenê bi çek e, di heman demê de hevkariya pêşveçûna dibistanan û ciwanên nifşê nû jî xebatek xweparastinê ye.
Endamê komîta xweparastinê, Cafer Elî, diyar kir ku xwe-xweparastin tenê ji aliyê çek ve teng divê neyê hesibandin û ew ê wekî ciwanên ji Kobanê vê feraseta şaş bişkînin.
Xwendekarên ku perwerde dibînin spasî ji Tevgera Ciwanên Şoreşger kir û diyarkirin ku vê alîkariya ciwana moralekî mezin daye wan.