NAVENDA NÛÇEYAN – Li Rojavayê Kurdistanê, 16 ciwanan di 25.02.2021 de ragihandin ku ew bi rihê serfiraziya destana Garê ya dîrokî tevlî refên gerîla dibin.
Yek ji ciwanên ku ji ajansa me re axivî Ebu Leyla (Agır Kurdistan) diyar kir ku ew zewicandî ye û 3 zarokên wî hene, û anî ziman ku malbata wî tevlîbûna wî bi moralek mezin pêşwazi kir.
Vîdeoyeke bi navê Alternatif Düşünce (Twitter) de ya medya sanal de dîmenên ku Ebû Leyla dema kû biryara tevlêbûna xwe malbata xwe re vedike hate parvekirin.
Di hesabê medyaya sanal de, dixuyê ku Ebû Leyla ku piştî ku dewleta Tirk êrîşî Efrînê kir bi malbata xwe re koçî Şehba kir, demek di karên giştî de ma, û ji komkujiyên li Kurdistanê bandor bû û tevlî PKK bû.
Ebû Leyla dîmenan de diyar dike ku “Ez ji ber ku diçim riyeke bi şeref ez serbilindim. Ezê bibim şopdarê Mazlum Doğan, Heqî Qarer û Hevalê Egîd. Ez soz didim ku partî çi erkê bide min ezê pêk bînim. Dibe ku ji min bipirsin te çima zarokên xwe hîşt. Lê ne wisaye. Îro hezaran zarokên şehîdan bê bavin. Ezdixwazim zarokên min jî eger ku mezin bûn bila riya rûmetê de bin. Ji bo riya welatê xwe û Serokê xwe de şehîd ketin şerefeke.”