ŞEHBA – Nêzîkbuyina 8’ê Adarê ve li seranserê cihanê jin û jinên ciwan dadikevin qada. Jinên Kurd ji her aliyê Kurdistanê 8’ê Adarê rojan pêş ve bi çalakiyan ve pêşwazî dikin.
Taybet jinên ciwan ên Rojava destpêka meha Adarê ve dest çalakiyan kir. Îro jî li Şehbayê ji bo 8’ê Adarê jinên ciwan meşek lidarxistin.
Meş ji pêş meclîsa Ehresê destpêkir, heya bi goristana şehîdan ya li Ehrasê berdewam kir.
Li ser navê jinên ciwan heval Emîne Hac Abdo daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de Emîne Hec Abdo diyarkir ku Ew wek jinên Ciwan roja 8’ê Adarê li hemû jinên cihanê pîroz dikin û banga yekbuna hemû jinên cihanê dikin.
Meş bi avêtina Sloganên “Bijî Berxwedana jina” , “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.