HELEB – Yekîtiya Jinên Ciwan li taxa Şêx Meqsûd a Helebê, bi wesîleya 8’ê Adarê meşek meşeleyî lidar xist. Meş bi beşdarbûna bi dehan jin û jinên Ciwan destpê kir. Û li nava kolanên taxê bi alên xwe û meşeleyên Agir geriyan.
Meş heta qada Destîna berdewam kir, li wir piştî deqeyek rêzgirtin li ser rihê Şehîdan, li ser navê Jinên Ciwan daxuyaniyek ji aliye endama jinên ciwan Perwîn Mihemed ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de diyar kir ku roja 8’ê Adarê roja ku jin denge xwe hilda û banga wekheviyê kir.
Her wiha bal kişand ser felsefeya Serok APO û got: îdyolojiya ku Serok APO ji bo azadiya jin daye. Hêzek mezin daye jinên rojhilata navîn ku tekoşîn bikin”. Her wiha got: em wek jinên ciwan roja 8’ê Adarê pîroz dikin û şehîdên Jin Sakîne, Hevrîn, Seda bibîr tînin û dibêjin ku sala 2021 wê bibe sala tekoşînê û azadiyê û sala bidawÎ kirina hemû şerên li dijî jin tên kirin.