NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Jinê (KBDH) ya Milîsên Nûrcan Meletya daxuyaniyek da û ragihand ku çalakî 1’ê Adarê li Amedê li dijî polîsan hatiye kirin.
KBDH’ê ev agahî da: “1’ê Adara 2021’ê saet derdorî 22:00’an hêzên me li dijî polîsên dagirker ên nobedarên salona Ciwanan û Sporê ya Wezaretê ku dikeve taxa Peyas a Gazîler a Amedê bi bombeyên destan çalakiyek kirine. Piştî çalakiyê di navbera hêzên me û polîsan de şer qewimiye. Hêzên me yên bi bombe û çekê bersiva polîsan da, hate tesbîtkirin ku polîsek hate kuştin û hêzên me bi ewle ji herêmê veqetiyane.Piştî çalakiyê gelek polîs û ambûlas sewqî herêmê hate kirin. Roja din jî herêm ji hatin û çûnê girtî bû.”